Hunermend Ahmet Kaya ku 16’ê Mijdara 2000’î li bajarê Parîs a Fransayê ku li surguniyê dijiya jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Pere Lachaîse ya Parîsê li ser gora xwe hate bîranîn.
Gora hunermned çend roj beriya niha ji aliyê nijadperestan ve hatibû xirabkirin.
Merasîm bi pêşengiya TEV-ÇAND Parîs, Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurdan a Demokratîk ya li Fransayê (CDK-F) hat lidarxistin. Hevjîna Ahmet Kaya Gultan Kaya, saziyên dost ên Fransa-Kurdistan û gelek heskiriyên Kaya tevlê merasîmê bûn. Her wiha Şaredariya Parîsê jî destegulek şand.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir, piştre Gultan Kaya daxuyaniyek da.
Kaya diyarkir, “Ez hîsên ku hûn hemû dijîn hîs dikim. Weke her carê ez ji hebûna we hêz digirim. Bi hevrebûyîna we û piştewaniya we li pêşberê Amet min ji bo pêşerojê hêvîdar dike. Em bi hêzgirtina ji hevdu dikarin vê rêyî bi pêş ve bibin. Çi baş bû ku hûn hatin.”
Piştre Berdevka TJK-F Bêrîvan Firat jî axivî û got, “Ahmet Kaya malbat, hunermend û nûnerê her kesê ye. Di vê wateyê de êrişa li hember gora Ahmet Kaya hatî kirin, em vê êrişa qirêj lenet dikin.”
Firat her wiha da zanîn ku ev kesên li pişt van êrişan nas dikin û diyarkir, “Çawa ku hurmetê nîşanî zindiyên me nadin, hurmetê nîşanî miriyên me jî nadin; li Parîsê jî, li welat jî me ev yek dît.”
Firat her wiha bal kişande ser salvegera îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî ku duh bû û ragihand ku ewê mîna Seyîd Riza li hemberî faşîzm û dîktatoriyê serî netewînin.
Li ser navê ACTÎT’ê jî Kmal Karanfîl axivî û li hemberî faşîzmê peyama yekîtî û bihevrebûnê da.
Merasîm bi guhdarkirina mûzîkên hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.