Li Torînoyê danasîna pirtûka Orso

Pirtûka ku jiyana têkoşînî ya şehîdê Rojava yê Îtalyayî Lorenzo Orsettî vedibiêje li Torînoyê hat danasîn.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê pirtûka Orso ya ji bo bîranîna endamê Têkoşîna Anarşîst Lorenzo Orsettî (Tekoşer Piling) ku di 18’ê Adara 2019’an de li Dêrazorê şehîd bûbû hat danasîn.

Di merasîma danasînê ku li kampûseke ya xwendevanan pêk hat de şervanê YPG’ê yê berê Davîde Grasso û dilxwazê sivîl ê Rojava Jacopo Bîndî jî tevlê merasîmê bûn. Bavê şehîd Alessandro Orseyyî jî bi rêya Skype’ê tevlê merasîmê bû.

Bav Alêssandro Orsettî ku amadekirina pirtûkê koordîne kirî, diyar kir ku piştî şehadeta kurê wan xizmên malbatê û gelê Îtalyan dest bi heskirina ji têkoşîna azadiya Kurd kirine.

Orsettî her wiha qala sedemên tevlêbûna kurê xwe Lorenzo ya vê têkoşînê û hêmanên ku ew bi têkoşînê ve wisa girêdaye ku di vê oxirê de canê xwe feda bike kir. Lorenzo ev hêman weke zanebûna ku pêwîste di nava piştewaniyeke wijdanî de bûn, bihevre jiyana bawerî û gelan û sîstema konfederal a demokratîk xulase kir.

Dahata ku wê ji firotina pirtûkê were bidestxistin, wê ji bo klînîka zarokan ya wê li Kobanê were avakirin re bê şandin.