Li Lozanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Koma ku di çarçoveya pêngava “Bese ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re, Dem dema Azadiyê ye” li Lozanê çalakî lidarxist, daxwaza bi dawîkirina tecrîda Îmraliyê û serbest berdana wî kir.
Koma ku di çarçoveya pêngava “Bese ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re, Dem dema Azadiyê ye” li Lozanê çalakî lidarxist, daxwaza bi dawîkirina tecrîda Îmraliyê û serbest berdana wî kir.
Bi armanca dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Lozan a Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Têkoşer (TekoJin) li ber dêra Saînt-Laûrent hatin cem hev û li wir çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Bese ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkerî, Dem dme Azadiyê ye” de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan, dirûşmeyên girêdayî xwedîderketina li pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” hatin berzkirin.
Li wir Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li Lozanê Sitki Demîr axivî û got, “Ligel ku ji bo şikandina tecrîda ku 22 salin li ser Rêberê me tê rêvebirin û pêkanîna azadiya wî, emê timî li qadan bin, her wiha emê êrişên dewleta Tirk a dagirker û qetilamkar yên bi çekên kîmyewî li ser Qadên Parastina Medyayê, li qada navnetewî berdewam teşhîr bikin.”
Çalakî bi xwendina belavokên bi zimanê Fransî dewam kir.
Piştre çalakî bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkerî û qetlîamê bi dawî bû.