Ewropa divê ji bo koçberan rabe ser piyan

Aktîvîsta Norwêcî ku tevî heyeta KNK'ê li ser sînorê Polonyayê ye Lida Weerts bal kişand ser rewşa metirsîdar a ku koçber di nav de ne û got, divê Ewropî rabin ser piyan.

Yek ji endamên heyeta KNK'ê endama Defend Kurdistan Lida Weerts a Norwêcî ye ku ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê li herêmê ketiye nava hewldanan. Aktîvîsta Norwêcî Lida Weerts ku niha li Polonyayê ye bersiv da pirsên ANF'ê.

Li gorî agahiyên li ber destê we niha li ser sînor çend mirov hene?

Çavdêriyeke min a şexsî nîne, lê belê bi qasî ku min ji mirovên li vê derê bihîstiye, di navbera 3-4 hezar mirovî de hene. Her wiha Belarus berê koçberan dide sînorê Litvanyayê jî. Yanî ne tenê li ser sînorê Polonyayê her wiha li ser sînorê Litvanyayê jî mirov hene.

Bi qasî ku em dibînin Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, DYE, Elmanya di vê mijarê de nakevin nava hewldaneke şênber. Her wiha tê îdîakirin ku Tirkiye û Belarus koçberan bi kar tînin. Di vê der barê de hûn dikarin çi bêjin?

Belê, Tirkiye, Rusya û Belarus teqez bi hev re dixebitin. Koçberan li gorî daxwaza xwe bi kar tînin. Ji ber vê yekê ew mirov ewqasî dûr ketine. Li aliyê din Yekîtiya Ewropa jî dibêje ew hêzeke mezin e û dixwaze vê nîşanî Belarusê bide. Ev lîstikeke mezin e û kes naxwaze paşve gavê biavêje. Gelekî nebaş e, tiştekî tirsnak e.

Bi dîtina we, rola PDK'ê di vê lîstikê de heye? Eger hebe çi ye?

Bi dîtina min, di mijara derketina mirovan a ji Başûrê Kurdistanê de rola wan heye. Ji ber ku meha Îlonê li Başûr bûm. Li wir bi gelek mirovan re axivîm. Her kesî digot ku dixwaze ji Başûr biçe. Ev jî rola PDK'ê ya di vê pirsgirêkê de ye.

Gelo ji ber pirsgirêka koçberan divê bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re têkilî bên guhertin?

Belê. Divê tiştên li Kurdistanê têne kirin bibînin û destpêkê çareseriyeke lezgîn ji vê re peyda bikin. Ev gelekî girîng e.

Bi dîtina we çareserî çi ye? Yekîtiya Ewropa yan jî hêzên navneteweyî xwedî çareseriyekê ne?

Li gorî min, heta niha naxwazin tiştekî bikin. Divê ji bo mirovên li ser sînor rabin ser piyan. Ji bo Yekîtiya Ewropa tiştekî bike divê zext bê kirin. Ne bawerim ku Belarus tiştekî bike. Em mirovên li Yekîtiya Ewropayê divê zextê li Yekîtiya Ewropayê bikin. Her wiha dixwazim vê yekê bêjim; rewşa li vê derê, rewşa li Polonyayê mîna dojehê ye. Ji ber ku li aliyê din ê sînor li Belarusê jî rewş mîna dojehê ye. Lê belê eger ew (koçber) bên vî aliyê sînor bi hezaran leşkerên Polonyayê dixwazin wan bikujin. Ji ber daristanê, hewa, avhewa û pirsgirêkên bi vî rengî yên giran, mirov nikarin debara xwe bikin. Nexweş dikevin û pirsgirêk li wan rû didin. Me îro serdana nexweşxaneyan kir û li wir gelek koçberên nexweş hebûn. Nepêkane ku mirov heq ji şert û mercên daristanê derkevin. Ji ber vê yekê mirov dixwazin ji wir derkevin, lê leşker li wan dixin. Wan yekser dişînin aliyê Belarusê. Rewşa li Polonyayê gelekî zehmet e, nebaşe.

Bangek we ji bo civaka navneteweyî heye?

Bi dîtina min divê mirovên li Ewropayê êdî devê xwe vekin û bêjin ku ew vê rewşê qebûl nakin. Her kesên ku pê re diaxivim dibêje ku ev rewş tirsnak e, qebûl nake. Lewma divê rabin ser piyan. Bi dîtina min divê li Ewropayê ev yek bê şermezarkirin. Divê mirov rabin ser piyan. Nîşan bidin ku ew vê lîstika polîtîk qebûl nakin.