See Brucke: Ew mirov in, ne çek in!

Ji bo koçberên ku li ser sînorê Belarus-Polonyayê asê mane, li Kolnê meşek hate lidarxistin û ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku wan koçberan werbigire.

Ji bo koçberên Kurd ên li ser sînorê Belarus-Polonyayê, doh li bajarê Kolnê yê Elmanyayê meşek hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya saziya bi navê See Brucke hate lidarxistin û ji saziyên civakî yên sivîl ên Elman zêdeyî hezar kes tevlî bûn.

Di meşê de dirûşma "Bleibe recht fur alle" (Mafê mayinê ji bo her kesî) hate qîrîn û işaret bi şert û mercên ku koçber tê de ne, hate kirin.

Her wiha pankarta bi nivîsa "Yên li wê derê ne çek nînin, mirov in" hate hildan.

Dirûşma bingehîn a meşê jî wiha bû: "Lampeya kesk ji bo wergirtina koçberan vêxin."

Xwepêşandêran helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî koçberan rexne kirin û xwestin ku koçberên li ser sînor bêne wergirtin.

Kurdistaniyên li Kolnê jî bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û bi ala YPG'ê tevlî meşê bûn.