Li ser sînorê Elmanya-Polonyayê amadekariyên li dijî penaberan
Ji gelê xwecihî Jan Hufenbach ji ANF'ê re axivî û ragihand ku li qiraxa Çemê Neisseyê û li ser sînor polîs zêde bûne û got, li gorî texmînên wan bi deh hezaran penaber li herêmê hene.
Ji gelê xwecihî Jan Hufenbach ji ANF'ê re axivî û ragihand ku li qiraxa Çemê Neisseyê û li ser sînor polîs zêde bûne û got, li gorî texmînên wan bi deh hezaran penaber li herêmê hene.
Bûyera ku li ser sînorê Polonya-Belarusê diqewime yekane krıza penaberan a Yekîtiya Ewropayê nîne. Bazara li ser penaberan ku Yekîtiya Ewropayê hem bi Tirkiyeyê hem jî bi Polonyayê re kir, êdî gihîştiye asteke mezintir. Koça penaberan jî nesekiniye.
Li herêma Lausitz a Jorîn a li ser sînorê Elmanya-Polonyayê jî rewşeke bi heman rengî heye. Her çend kombûneke mezin a penaberan çênebû be jî hin welatiyên Elman jî hewl didin alîkariyê bidin penaberan.
Yek ji van jî Jan Hufenbach e ku li herêma Lausitz a Jorîn dimîne. Hufenbach ku karsaz e, aktîvîstekî xwezayê ye û ji bo jinûve avakirina jiyanê li gundên hatine terikandin dixebite, ji ANF'ê re qala rewşa li herêmê kir.
'HEMÛ DITIRSIYAN KU BÊNE VEGERANDIN'
Jan Hufenbach ku dema li hewşa mala xwe rûdinişt li malbateke penaber rast hat, wiha axivî: "Êvara dawiya hefteyê bû, saet derdora 5 û 6 bû. Li hewşa mala xwe rûniştî bûm, min cixare dikişand. Ji dûr ve çar jê mirovên mezin sê jî zarok bi giştî 7 kes dît. Du ji zarokan keçên navbera pênc, şeş salî bûn; yek jî pitikek yek du salî bû. Ez ber bi wan ve çûm û bi Îngilîzî pê re axivîm; yek ji wan bi Îngilîziyeke neçê alîkarî xwest. Baran dibariya, şil bûbûn. Min ew vexwend mala xwe û sobe pê xist. Çakêt û pêlava xwe dexistin, hinekî germ bûn; min xwarin û vexwarin pêşkêşî wan kir. Çend saet bi vî rengî derbas bûn. Me hewl da wan germ bikin û tirsa wan ji holê rakin; me pêlav û kincên ziwa dan wan.
Bi sê ji wan re telefon hebû, ketin înterneta malê. Ji hişê min naçe; Piştî ku ketin înternetê yekser li telefonên wan xistin. Gelek telefon ji wan re hat. Piştre ez bi xizmên wan ên li Elmanyayê re axivîm, min hewl da ku tirsa wan ji holê rakim. Hemû ditirsiyan ku bêne vegerandin."
'BI DEH HEZARAN HATIN'
Jan Hufenbach anî ziman ku piştî wan malbat ji navenda penaberan re şandin, li gorî texmîna wan bi deh hezaran mirov hatin rojhilatê Çemê Neisseyê û got, "Piştî çend saetan me bang li polîsan kir. Polîsan destpêkê îfadeya me girtin û çûn. Piştre careke din hatin û malbat birin navendeke qebûlkirina penaberan.
Piştî vê bûyerê min jî têkilî bi mirovên li herêmê re danî, min hewl da wan çalak bikim, ji ber ku texmîn dikir ku wê hîn bêhtir mirov bên. Li vê derê têkiliyeke min a baş bi polîsan re, bi rêxistinên piştevaniya penaberan re heye. Tê gotin ku li rojhilatê Çemê Neisseyê bi deh hezaran mirov hene, hewl didin ji Belarusê derkevin û xwe bigihînin Elmanyayê."
'PÊŞÎ LI FELAKETEKE GENGAZ DIKARE BÊ GIRTIN'
Li herêma ku Hufenbach lê dimîne, partiya nijadperest û dijminê penaberan AfD piraniya dengan standiye. Ji ber vê yekê jî li gorî Jan Hufenbach bi gel re ew dikarin pêşî li felaketeke gengaz bigirin, ku mîna li Polonyayê li vê derê jî metirsiya Neonazî heye: "Dema ku mirov bala xwe bide ser rewşa siyasî ya li herêmê, dikare bê dîtin ku mirovên li vê derê di hilbijartinên dawî yên federal de tercîha xwe bi rengekî eşkere kirin. Li Eyaleta Saksonyayê hejmara penaberan gelekî kêm e, derdora ji sedî 5 e. Li gundên vê derê jî gelekî kêm e. Lewma gelekî girîng e ku li vê derê hin tişt bêne birêxistinkirin. Ji tedbîrên dewletê bêhtir pêwîstî bi hin hewldanan heye.
Rojên dawî li qiraxa Çemê Neisseyê û li ser sînor hejmara polîsan zêde bû. Timî li dewriyeyê digerin û helîkopter jî têne dîtin. Ji bo penaberên ku ji wan hatin sînor derbas bikin gelo metirsî heye yan na, bi wê nizanim. Senaryoya herî nebaş çi ye, em li wê bifikirin; Faşîst, Nazî dikarin bêne ser sînor. Ji bo pêşî li tiştekî wiha bê girtin divê ji destpêkê ve hin tişt bêne kirin. Dewlet ji bo vê yekê jî divê bi mirovên li herêmê re bixebite."