Ji bo êrişa li ser gora Ahmet Kaya banga çalakiyê hat kirin

ACTÎT’ê êrişa nijadperest ya li hemberî gora Ahmet Kaya şermezar kir û bang tevlêbûna çalakiya ku wê li goristana Pere Lachaîse bê lidarxistin kir.

Saziya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTÎT) bi daxuyaniyekê êrişa nijadperest ya li hemberî gora hunermendê navdar Ahmet Kaya şermezar kir û ragihand, “Bi êrişkirina li ser xeyalên me yên azadiyê yên me veşartî hûn nikarin têk bibin.”

ACTÎT’ê bang li hemû koçber, kedkar û hezkiriyên Ahmet Kaya kir ku ji bo şermezarkirina êrişa faşîstî û nijadperest ya li hemberî gora Ahmet Kaya hatî kirin tevlê çalakiya 16’ê Mijdarê ku salvegera wefata Kaya ye saet 14:00’an li Goristana Pere Lachaîse bibin.