Şandeya KNK'ê li sînorê Polonya-Belarûsê ye: Em ê bi koçberan re bimeşin

Şandeyek ji KNK'ê serdana wan koçberan kir ku li sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane, li rewşa wan pirsî û got ew ê bi koçberan re bimeşin.

Şandeyek ku ji Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, rêveberê KNK'ê Mecît Heso, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê, endamên KCDK-E Başûr û Hevserokên Nav-Berlînê pêk hatî çûne ser sînorê Polonya-Belarûsê.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz got, ''Komisyona me em hatin ser sînor. Polîs û leşkerên wir ji 8 kîlometre zêdetir nehiştin ku em nêzî sînor bibin û derbas bibin.''

Yilmaz diyar kir dewleta Polonyayê nehiştiye ku rêxistinên civaka sivîl û şandeyên sivîl bi koçberan re têkilî deynin û li cihê cih derheqê arişeyan raporan girêbidin.

Yilmaz diyar kir têkilî mijarê wan daxuyanî dane organên çapemeniyê yên fermî yên Polonyayê û hin organên din ên medyayê, ji herêma nêzî sînor ew vegeriyane Varşovayê.

Yilmaz got,''Em vegeriyan Varşovayê û li vir me û Rêxistina Mafê Mirovan a Helsinkiyê û Nûçegihanên Sînorneas hev dît.''

Yilmaz têkilî nêzîkatiya rêxistinên civaka sivîl û hikûmeta Polonyayê got, ''Bi giştî em bi dilgermî pêşwazî kirin lê têkilî koçberan hikûmeta Polonyayê diyar kir ku ew ê nehêlin em koçberan bibînin.''

Yilmaz her wiha got ji cihê wan wan polîtîkaya Polonyayê ya li bara koçberan dîtine û got, ''Em jî wiha difikirin ku hikûmeta Polonyayê wê qebûl neke. Ji ber vê drameke mirovî tê jiyîn, her roj mirov dimirin .Gelek saziyên alîkariyê daxuyaniyan didin lê nahêlin ku alîkarî bigihije wan.''

Yilmaz têkilî xebatên şandeyê go,t''Helbt îro-sibe em ê biaxivin. Hê jî em li Varşovayê hevdîtinan dikin. Em ê dîsa biçin sînor. Em ê bi koçberan re rûnin.''

Yilmaz herî dawî diyar kir ku wan bi Heyva-Sor re têkilî danîne û got divê alîkarî di ser Heyva Sor re were şandin.