EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ciwanan li dijî tecrîdê banga berxwedanê kirin
Ciwanên ku li îstasyona trenê ya Cenevreyê çalakî kirin bi gotina “Roj Roja ku wê Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî were bicihanîne, roj roja xwedî derketina berxwdana gerîla ye” banga berxwedanê kirin. -
Çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê di roja 2’mîn de ye
Di 2’mîn roja çalakiyê de dosyayek pêşkêşî rayedarên Parlementoya NRW’yê hat kirin. Hunermend Seyîtxan û Kawa jî bi pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî ve piştgirî dan çalakiyê. -
Li Stûttgartê çalakiya konvedanê ya 3 rojî hat destpêkirin
Kurdistaniyan bi vekirina konê li nêzîk Parlementoya Baden Wurttemberg a li Stûttgartê, bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk şermezar kir. Çalakî vê sibe li Meydana Kobanê bidome. -
Li Atînayê Keştiya Azadiyê bi rê ket
Gel li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komî ser hev bû, çalakiya Keştiya Azadiyê dest pê kir. -
KCDK-E: Li sînorê Belarûs-Polonyayê drama mîrovî heye
KCDK-E'yê got, ''Li ser sînorê Belarûs-Polonyayê drameke mirovî heye'' û ji bo koçberan bang kir ku bi lezgînî tevgerek çêbibe. -
Koma ji Saarbruckenê Nobeta Azadiyê wergirt
Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku deh salê wê qediya, bi komên nû didome. Vê hefteyê jî koma ji Saarbruckenê hatibû, nobet wergirt. -
Li Başûr 3 pêlên mezin ên penaberiyê
Bi hezaran Kurd ji ber zilm û nelêritiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji welat derdikevin û bi rêya Belarûsê berê xwe didin welatên Ewropayê. Rewşa van penaber û koçberan li ser sînor gelek dijwar e û têkoşîna jiyanê didin. -
Li Dusseldorfê ji bo 5 rojan kon hate vedan
Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, Federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW li ber Parlamenta NRW'ê ya li Dusseldorfê kon vedan. Çalakî wê 5 rojan dewam bike. -
Koçberkirina Kurdan karê Erdogan e
Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Bild ragihand ku koçberkirina Kurdan a ber bi Belarusê karê rejîma Erdogan e. Li gorî rayedarên polîsên sînor ên Elman, koçber bi seferên taybet ên THY'ê ji bo Minskê hatin veguhastin. -
'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
Bernameya 'Dengê Ciwanan' ku ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê hate destpêkirin, li ser platformên medya dîjîtal dest bi weşanê kir. -
'Keştiya Azadiyê' berê xwe dide Napolî
Koma çalakiyê ya 'Keştiya Azadiyê' ku doh dest bi bernameya xwe kir, bi partî û saziyên civaka sivîl re hevdîtin kir. Heyet wê îro ji Atînayê berê xwe bide Napolî. -
Cihê nû yê NCDK’ê li Baselê hat vekirin
Li bajarê Basel ya Swîsreyê cihê nû yê Navenda Civaka Demokratî a Kurd (NCDK) hat vekirin. -
'Keştiya Azadiyê' wê Sêşemê bi rê bikeve
'Keştiya Azadiyê' ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktîvîstên ji deverên cuda yên Ewropayê li hev dicivîne, wê 9'ê Mijdarê ji Atînayê bi rê bikeve. -
Konseya Ewropayê bersiveke zelal neda nameya li ser ‘tecrîdê’
Solîdaîres a ku yekîtiya sendîkayî ya Fransayê ye ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re şandibû. Konseyê bersiveke nezelal da nameyê. -
Li Marsîlyayê ji bo bîranîna Baran Mawa şahî hate lidarxistin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê 200 ciwan li hev kom bûn û ji bo bîranîna Baran Mawa şahiyek li dar xistin. -
Li Sîcîlyayê zêdeyî 800 koçber hatin rizgarkirin
Zêdeyî 800 koçber ji aliyê keştiya 'Sea Eye 4' ve hatin rizgarkirin ku Sea Eye saziyeke civakî ya Elman e. Ocean Viking jî li bendergehekê digere ku karibe zêdeyî 300 koçberan lê peya bike. -
Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê li Berlînê dest bi çalakiyê kir
Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê, ji bo sûcên qirkirinê yên li Efrînê têne kirin li dadgeha navneteweyî bêne darizandin li Berlînê dest bi nobedê kir. -
Di Kongreya Bloka Neteweyî ya Galîçyayê de piştgiriya ji bo Kurdan
Di Kongreya Bloka Neteweyî ya Galîçyayê de piştgirî ji gelê Kurd û HDP'ê re hate dayin, dewleta Tirk weke 'heza dagirker' hate pênase kirin û biryara Parlamenta Katalan a ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate destekkirin. -
Li Marsîlyayê şehîda Werxelê Binevş Çiya hate bîranîn
Taziyeya ku ev du rojin li Marsîlyayê ji bo gerîlaya şehîd hatibû danîn, îro bi merasîmeke bîranînê bi dawî bû. -
Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê li Berlînê çalakiya nobetê da destpêkirin
Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan bi armanca teşhîrkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrîn û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya nobetê li paytexta Elmanya Berlînê dane destpêkirin. -
Mam Zekî Şengalî li Saarbruckenê hat bibîranîn
Di merasîma bîranînê ya Mam Zekî Şengalî de hate gotin ku heya azadbûyîna çar perçeyên Kurdistanê ku di oxira wê de şehîd bû, wê têkoşîna wî bê domandin. -
Jinan li Wûppertalê ji OPCW’ê re name şandin
Komek jinên Kurd li bajarê Wûppertal a Elmanyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk, ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navnetewî re name şandin. -
Mam Beşîr li Emmerichê bi civîneke girseyî hate bîranîn
Mam Beşîr di salvegera 1'emîn a şehadeta xwe de bi civînekê hate bîranîn. Di bîranînê de ji bo xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li ol û civaka xwe bang hate kirin. -
Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li Mannheimê hatin şermezarkirin
Kurdistanî tevî dostên xwe li Mannheimê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî şermezar kirin. -
Li Viyanayê çalakiya xwedîderketina li HDP'ê
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Viyanayê bi wesîleya salvegera darbeya 4'ê Mijdarê daketin qadan ev peyam dan: Em hemû HDP'î ne, HDP li her derê ye. Hûn ê nikaribin serî li HDP'ê bidin tewandin.