KCDK-E: Li sînorê Belarûs-Polonyayê drama mîrovî heye
KCDK-E'yê got, ''Li ser sînorê Belarûs-Polonyayê drameke mirovî heye'' û ji bo koçberan bang kir ku bi lezgînî tevgerek çêbibe.
KCDK-E'yê got, ''Li ser sînorê Belarûs-Polonyayê drameke mirovî heye'' û ji bo koçberan bang kir ku bi lezgînî tevgerek çêbibe.
Dîwana Hevseroktiya KCDK-E'yê têkilî trajediya li ser sînorê Beralûs-Polonyayê daxuyaniyeke niviskî da. KCDK-'yê bi bîr xist heftiya dawî li ser sînorê Beralûs-Polonyayê trajediyeke mirovî çêbûye, 20 koçberên Kurd ji ber birçîbûn û sermayê mirine.
KCDK-E'yê got,''Li gorî agahiyên ku di nava hefteyekê de di çapemeniyê de cih girtine, tê ragihandin ku zêdetirî 20 koçberên Kurd ji birçîbûn û sermaya zêde jiyana xwe ji dest dane. Heya ku hewce nebe, tu kes ji welatê ku ji dayik bûye dernakeve. Hêzên navneteweyî yên ku Kurdistan kirine qada şer, li hemberî koçberên Kurd jî helwesteke nemirovane dikin. Ev hêzên ku mirovan neçarî koçberiyê kirin, mixabin di vê şanoya mirovî de temaşevan in. Em bi dilê xwe temaşe dikin ku koçber, di nav wan de gelek jin û zarok, di navbera du sînoran de têne girtin û di nav tunelek mirinê de têne avêtin.''
Daxuyaniya giştî ya KCDK-E'yê wiha ye:
''Em di van salên dawî de polîtîkayên li dijî koçberan ên dewletên Ewropayê bi fikar dişopînin. Lêbelê, tiştê ku niha li ser sînorê Polonya-Belarûs diqewime bi peyvan nayê vegotin. Dewlet berjewendiyên xwe esas digirin û koçberan dikişînin ber mirinê.
Em bang li hemû kesên xwedî wijdan ên li van welatan dikin. Koçberî ne çarenûsek e, ew encamek e ku ji hêla hukûmetên ku li welatên ku hûn lê dijîn bi rê ve dibin. Divê wijdanê civakan li hemberî vê pêkanînên dijmirovahî bêdeng nemîne. Her kesê ku ji xwe re dibêje mirov divê koçberên ku di navbera du sînoran de mirine biparêzin.
Dewletên ku her cûre çalakiyan li dar dixin da ku rewşa koçberan li ser xeta sînorê Polonya-Belarûsya veşêrin, ku şert û mercên wan tune ku hewcedariyên wan ên xwarin û avê peyda bikin. Dîsa kesên ku guh û çavên xwe ji vê şanoyê re digirin divê tu carî ji bîr nekin ku dê li pêşberî dîrokê weke sûcdar bên darizandin. “Roj roja bilindkirina dengê me ye” ji bo ku em nebin alîgirê vî sûcê li dijî mirovahiyê.
Rojnameger, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên xwedî wijdan, di serî de hemû saziyên mafên mirovan ên li welatên Ewropayê divê li dijî vê trajediya mirovahiyê rabin ser piyan. Dadkirina koçberan wê hembêzkirina mirovahiyê be. Di vî warî de em KCDK-E her cure çalakiyên ji bo koçberan di asta herî jor de hembêz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku tevahiya pêkhateya me dê bi vê hişmendiyê koçberên ku ji birçîna mane û dimirin biparêzin.
Em KCDK-E dixwazin bi hezaran koçber di nav de gelek welatiyên Kurd ên ji ber mirinê hatine hiştin, di demeke herî kurt de ji tunela mirinê bên derxistin û bînin hawirdoreke ku şert û mercên herî kêm ên mirovahî lê tên peydakirin. Em daxwaz dikin ku hemû welatên Ewropayê bi taybet Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî erkên xwe bi cih bînin. Em daxwaz dikin ku mafên ku di Peymana Cenevreyê de ji bo penaberan hatine dayîn di zûtirîn dem de bên bicihanîn.
Beriya her tiştî vekirina korîdora însanî ji bo koçberên bi birçîbûn û sermayê re têdikoşin daxwaza me ya bingehîn e. Em bang li hemû rêxistinên mirovî yên mîna UNICEF û Xaça Sor dikin ku ji bo penaberan tevbigerin.''