Li ser sînorê Belarus û Polonyayê bi rojane trajediya mirovahiyê diqewime. Bi hezaran Kurd ji ber zilm û nelêritiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ji welat derdikevin û sînoran derbas dikin û berê xwe didin welatên Ewropa. Rewşa van penaberan li ser sînor gelek dijwar e û heta niha çendin kesan jiyana xwe ji dest dan.
‘JI BER NERÊLITIYA HIKUMETÊ GEL WARÊ XWE DITERIKÎNE’
Komeleya Dadgerî ya Herêma Kurdistanê, sedema pêla penaberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo welatên Ewropa weke tinebûna sîstema dadwerî û nerêlitiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê bi nav kir.
Komeleya Dadgeriya Herêma Kurdistanê der barê pêla derketina ciwanan a ji welat daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: "Welatiyên Herêma Kurdistanê ji neçarî welat diterikînin û berê xwe didin welatên Ewropayê. Ji ber ku li Kurdistanê ti sîstema dadwerî û hiqûqê tineye û her wiha ji ber nelêritiya hikûmetê xelkê me cih û warê xwe berdidin. Berpirsê vê yekê desthilatdariya Herêma Kurdistanê ye."
Her wiha li gorî rapora Saziya Lûkte ya Penaberan di nava sala 2015 û 2021’an de li Iraqê 633 hezar û 273 ciwanan welat terikandiye û ketine li ser rêya penabertiyê. Dîsa li gorî heman saziyê di nava 5 salan de 261 ciwan li ser rêya penabertiyê jiyana xwe ji dest dane û 185 ciwan jî winda ne. Li gorî bîlançoya Saziya Lûkte, tenê di nava 11 mehên borî de ji Iraqê 37 hezar ciwanan koç kirine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda bûne. Li gorî bîlançoyê herî zêde li Qeladiz û Ranya ciwan koç dikin, piştî wê jî li Şêladiz, Soran, Helebce, Seyidsadiq û Hewlêr tê.
PÊLÊN MEZIN ÊN PENABERIYÊ
Di dîroka Kurdistanê de gelek caran gelê Başûrê Kurdistanê ketiye li ser rêya penaberiyê. Ji sala 1975-1991’an û heta 2021’an de 3 pêlên mezin ên penaberiyê çêbûne. Gelê Başûrê Kurdistanê di sala 1075-1991'ê de ji ber zilm û zoriya rejima Baas ya Seddam Huseyin berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Di sala 1994-1999’an de ji ber şerê navxweyî û niha di sala 2021’an de jî ji ber zilm û nelêrtiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê, Kurd cih û warê xwe berdidin û dikevin li ser rêya mirinê. Hinek ji wan malbatên ku ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dane penaberiyê, li pêşberî derbaskirina Ewropayê, tapûyên xanî û erseyên xwe dane qaçaxçiyan!
QÎRÎNA ZAROKAN
Niha li ser sînorê Belarus û Polonya bi rojane trajediya mirovahiyê diqewime, lê ti kes qîrîn û dengê Kurdên penaber nabihîze. Dema ku mirov li dîmenên penaber dinêre, mirov ji kûrahiya dilê xwe diêşe. Zarokek Kurd li ser sînorê Belarûsê digrî û daxwaza nan dike. Kesên ku ev zarok û ev welatî xistine vê rewşê bila şermê ji xwe bikin.
DIVÊ KES JI VÊ RASTIYÊ NEREVE!
Ev pirs hêjayî bersivdanê ye: Piştî 30 sal desthilatdariya PDK û YNK'ê, çima bi hezaran Kurd ji Başûrê Kurdistanê direvine?
Beşek ji koçberên Başûrê Kurdistanê gihiştin ser sînorê Polonyayê û dixwazin ji wir derbasî welatên Ewropayê bibin. Hejmarek zêde ji leşkerên Polonyayê li ser sînor hatine bicîhkirin. Heta niha destûr nedane ku koçber sînor derbas bikin. Hikûmeta Polonyayê ragihand, ew destûr nadin koçber û penaberan ji sînor derbas bibin. Li ser sînorê Polonyayê bi hezaran penaberên Kurd kon vedane û li derfetekê digerin ku sînor derbas bikin.