Mam Beşîr li Emmerichê bi civîneke girseyî hate bîranîn
Mam Beşîr di salvegera 1'emîn a şehadeta xwe de bi civînekê hate bîranîn. Di bîranînê de ji bo xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li ol û civaka xwe bang hate kirin.
Mam Beşîr di salvegera 1'emîn a şehadeta xwe de bi civînekê hate bîranîn. Di bîranînê de ji bo xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li ol û civaka xwe bang hate kirin.
Ji pêşengên civaka Êzidî û gelê Kurd siyasetmedar Hasan Dûtar, bi navê xwe yê naskirî Mam Beşîr îro bi merasîmeke taybet hate bîranîn.
Bîranîn bi pêşengiya Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, li bajarê Emmerich ê Elmanyayê hate lidarxistin.
Li gel malbata Mam Beşîr, nûnerên saziyên Êzidiyan û civaka Kurd a li herêmê, nêzî 300 kes tevlî civînê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, bi navê malbatê axaftin hate kirin.
Endamên malbatê diyar kirin ku wê li ser şopa Mam Beşîr bimeşin.
Pişte bi dorê nûnerên NAV-YEK, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, KoordÎnasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, KCDK-E û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin.
Ji Şengalê jî nûnerên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dîmen peyam şandin.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî li civînê amade bû û peyam da.
Qisekeran bal kişandin ser keda Mam Beşîr a ji bo civaka xwe kiriye.
Her wiha êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk jî bi bîr xistin û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.
Qisekeran ji bo xwedîderketina li ol û civaka xwe jî bang li Êzidiyan hate kirin.
Civîna bîranînê dewam dike.
Hasan Dûtar bi nasnav Mam Beşîr 14'ê Kanûna 2020'î li Şengalê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû.