Koma ji Saarbruckenê Nobeta Azadiyê wergirt
Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku deh salê wê qediya, bi komên nû didome. Vê hefteyê jî koma ji Saarbruckenê hatibû, nobet wergirt.
Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku deh salê wê qediya, bi komên nû didome. Vê hefteyê jî koma ji Saarbruckenê hatibû, nobet wergirt.
Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Her hefte Kurd û dostên wan bi komî vê nobetê digirin. Çalakî di hefteya 490’an de bi xurtî didome.
Koma ji bajarê Saarbruckenê ya Elmanyayê hatibû nobeta vê hefteyê wergirt. Di komê de Çavreş Torî, Nevzat Aslan û Nûrettîn Bozkûrt cih digirin.
‘DEWLETA TIRK SÛCÊN GELEKÎ MEZIN DIKE’
Çavreş Torî li ser navê komê axivî û diyar kir ku dewletên ku şirîkên komploya navneteweyî ne, di heman demê de şirîkê hemû sûcên li ser gelê Kurd in jî. Torî diyar kir ku Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e û mifteya çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza Kurdan Îmrali ye.
Çavreş Torî diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan didome û gelê Kurd ji ber tendirustî û rewşa giştî ya Abdullah Ocalan bi fikar e.
‘ÊRIŞ BI AZADIYA RÊBERTIYA ME DIKARE WERE SEKINANDIN’
Çavreş Torî bal kişand ser girêdana di navbera gelê Kurd û Abdullah Ocalan û got “Heta ku Rêber Apo azad nebe, mirov nikare qala azadiya gelê Kurd bike.”
Torî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê bang li gelê Kurd û hemû dostên gelê Kurd kir û got “Tekane rêya ku mirov dawî li gefên dagirkerî, qetlîam û qirkirina li ser gelê Kurd bîne, bi azadiya Rêbertiya me dikare pêk were.”