Li Marsîlyayê ji bo bîranîna Baran Mawa şahî hate lidarxistin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê 200 ciwan li hev kom bûn û ji bo bîranîna Baran Mawa şahiyek li dar xistin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKOJIN) bi beşdariya 200 ciwanan ji bo bîranîna şehîd Baran Mawa şahiyeke ciwanan hate lidarxistin.

Şahîd li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê doh êvarê pêk hat.

Destpêkê sînevîzyonek li ser têkoşîna Şehîd Baran Mawa hate nîşandan ku ji aliyê nûnerên rêxistina ciwanan ve hate amadekirin.

Piştre jî hevalên ku Baran Mawa nas dikirin qala wî kirin.

D. dawiyê de jî Koma Çar Sînor, Farqîn Azad û Hozan Menal derketin ser dikê.

Ciwanan jî li ber stranên wan govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" qîriyan.

Di dawiya şahiyê de bang li ciwanan hate kirin ku tevlî pêngava "Werin Cenga Azadiyê" bibin.