Li Atînayê Keştiya Azadiyê bi rê ket

Gel li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komî ser hev bû, çalakiya Keştiya Azadiyê dest pê kir.

Ji Emerîkaya Latîn heta bi Spanya, Fransa û Italyayê, ji gelek welatan 40 aktivîst, 7'ê Mijdarê li paytexta Yewnanîstan Atînayê komî ser hev bûn.

Eynî rojê bi gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin hatin kirin. Li gorî agahiyên ku ji organîzatoran hatî wergirtin derheqê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdan hatiye axaftin. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç diyar kir ew hêvî dikin ku li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan kampanya were destpêkirin. Diyar bû ku di hevdîtinan de hin partiyên çepgir destek dane vê pêşniyarê.

Êvarkî li kampa penaberan a Lavrîoyê bernameyek çandî hate danîn, piraniya aktivîstan şeva xwe li kampê derbas kirin. Du kampên ku penaberên siyasî yên Kurd danîne malxweyîtî li Keştiya Azadiyê kir. 8'ê Mijdarê saet 12:00'an li Yewnanîstanê bi sedan kes aktivîstên Keştiya Azadiyê bi rê kirin. Dema meşê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dirûşm hatin gotin. Aktivîstan jî wêneyê Rêberê Gelê Kurd hildan, pêşmalkên bi nivîsa ''Free Kurdistan'', ''Rojava'' dane ber xwe.

Meş li Perava Lavrîo qediya. Di çalakiyê de Besîma Konca, Josef Karl Heînrîch Savary û Elefterîla Psîhlogîou axivîn.

Konca diyar kir ji bo ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were wan ev çalakî dane destpêkirin û komploya beriya bi 23 salan şermezar kir. Konca her wiha got 12'ê Mijdarê ew ê bigihijin bajarê Napolî yê Italyayê ye, ev xwedî maneyeke sembolîk e, ji ber ku Ocalan dema ku ji Yewnanîstanê derketî, 12'ê Mijdarê gihaştiye Italyayê.

Savary jî bal kişande ser êrîşên Tirk ên li ser Kurdan û diyar kir xasma van demên dawî li dijî Kurdan çekên kimyewî têne bikaranîn.

Savary xwest ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were, êrîşên bi çekên kimyewî werin rawestandin û PKK ji nav ''lîsteya terorê'' were derxistin.

Savary her wiha bal kişande ser gefên êrîşê yên li ser Rojava û got,''êrîşeke pêkan a li ser Rojava divê were sekinandin'' û diyar kir modêla li Rojava ji bo tevahiya herêmêh ewce ye û ji bo hemû gelan girîng e.

Psîhlogîou jî got, ''Azadiya Ocalan wê bi xwe re azadiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bîne''

Piştî axaftinan çalakger çûne cem keştiya ku bi posterên Ocalan xemilandî. Keştî 12'ê Mijdarê wê bigihije Napolî.