Li Sîcîlyayê zêdeyî 800 koçber hatin rizgarkirin
Zêdeyî 800 koçber ji aliyê keştiya 'Sea Eye 4' ve hatin rizgarkirin ku Sea Eye saziyeke civakî ya Elman e. Ocean Viking jî li bendergehekê digere ku karibe zêdeyî 300 koçberan lê peya bike.
Zêdeyî 800 koçber ji aliyê keştiya 'Sea Eye 4' ve hatin rizgarkirin ku Sea Eye saziyeke civakî ya Elman e. Ocean Viking jî li bendergehekê digere ku karibe zêdeyî 300 koçberan lê peya bike.
Zêdeyî 800 koçberên ku doh li qada Trapanî ya Sîcîlyayê ya li Derya Spî ji aliyê keştiyeke alîkariya mirovî ve hatin rizgarkirin, ji bo karantînayê wê piraniya wan ji bo 2 keştiyan bêne veguhastin.
Xebatkarên Xaça Sor alîkarî dan koçberên ku ji keştiya Sea Eye 4 a Sea Eye ku saziyeke civakî ya Elman e.
Personelên Save teh Children ragihandin ku ji wan re hatiye gotin derdora 170 zarok di keştiyê de hene, lê belê hînê zlela nekirine ku çend ji wan bi malbata xwe re ne, çend jî bi tenê ne.
Sea Eye 4 ku roja pêncşemê 400 kes ji keştiyeke noq dibû rizgar kir, her wiha beriya rojekê jî 400 kesên din rizgar kiribû.
Rêxistina civakî ya Elman bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistineke mirovî gelek alavên alîkariyê yên xwarin û betaniyeyan gihandiye keştiyê û piştî banga gelek saziyên alîkariyê destûr hatiye dayin ku koçber peya bibin.
Piştî testên Covid-19 mirovên ku pirsgirêka wan a tenduristiyê nîne wê li keştiyên ku ji bo tedbîrên taybet hatine amadekirin di karantînayê de bêne hiştin.
Di vê navberê de keştiya Ocean Viking a ser bi SOS Mediterranee jî ji bo danîna zêdeyî 300 mirovên rizgarkirî ji doh ve li bendergehekê digere.
SOS Mediterranee doh bi rêya Twitterê daxuyaniyek da û got, "Bi nebaşbûna şert û mercên hewayê re tê payin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên 306 kesên li keştiyê zêdetir bibin."
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê sala 2020'î nêzî 30 hezar kes, ji destpêka vê salê û vir ve jî nêzî 55 hezar koçber gihîştin Îtalyayê.