Li bajarê Stûttgart a Elmanya bi armanca hişyarkirina raya giştî û xistina tevgerê ya saziyên Elmanyayê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ku di êrişên xwe yên li ser Qadên Parastinê yên Medya bikar tîne, wê ji bo 3 rojan çalakiya konê were lidarxistin.
Beşdarên çalakiya 3 rojî ya konvedanê ku ji aliyê Federasyona FCD-BW-Bayern û TJK-E’yê hatî organîzekirin, du roja yekê ya çalakiyê de ji bo balê bikişînin ser çekên kîmyewî cilên sipî li xwe kirin û maskeyên gazê lêxistin.
Çalakvanan li ber konê bi hilgirtina dovîzan û belavkirina belavokan, bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tik şermezar kirin.
Çalakî wê roja duyem li Meydana Kobanê dom bike.