Mam Zekî Şengalî li Saarbruckenê hat bibîranîn

Di merasîma bîranînê ya Mam Zekî Şengalî de hate gotin ku heya azadbûyîna çar perçeyên Kurdistanê ku di oxira wê de şehîd bû, wê têkoşîna wî bê domandin.

Bi munasebeta 3’emîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zewkî Şengalî (Îsmaîl Ozden) li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê ku bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Saarbruckenê hatibû lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê ve destpêkir.

Di merasîmê de jiyan û têkoşîna Mam Zekî Şengalî hat vegotin.

Her wiha hate gotin ku gelê Êzidî yên niha li Şengalê dijîn di encama berdêlên ku Mam Zekî û hevalên wî dayînî ji qetliamê rizgar bû û hate ziman ku hêjayê Mam Zekî bûyîn encax bi bilindkirina têkoşîna wî re pêkan dibe.

Dîsa hate diyarkirin ku heya azadbûyîna çar perçeyên Kurdistanê ku Mam Zekî û hevalên wî di oxira wê de şehîd bû, wê têkoşîna wî bê domandin.

Piştre sînevîzyonek ya jiyana têkoşînî ya Mam Zekî Şengalî vedigot hate nîşan dan.

Bîranîn bi berzkirina diruşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.