Li paytexta Elmanya Berlînê Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê ku ji rewşenbîr û welatparêzên Efrînê pêk hatiye bi armanca bal kişandin û teşhîrkirina kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengî û bê helwestiya saziyên navnetewî çalakiya nobetê daye destpêkirin. Însiyatîfê têkildarê çalakiya nobetê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Tevî piştastkirina raporên lêkolînê yên komiteyên serbixwe yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ku binpêkirinên li dijî gelên xwecîhî yên herêmê digihîje asta sûcên şer ên li dijî mirovahiyê teqez kirin, qirkirina sîstematîk a etnîkî, çandî, aborî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê Efrînê bêyî ti rêgiriyeke exlaqî û qanûnî dewam dike.
Li herêmê hîn jî kuştin, destavêtin, revandin, windakirina bi darê zorê, desteserkirina mal û milkan, ferzkirina heqdestê li ser cotkaran û qedexekirina jiyana çandî ya gelên herêmê bi awayekê dijwar didome.
Çeteyên ku sucên hovane yên li dijî mirovahiyê pêk tînin, yekser ji aliyê dewleta Tirk ve têne fînansekirin, her wiha girêdana wan bi tevgera birayên misilman re jî heye ku dixwazin bandora Kurdan li herêmê tine bikin.
Em wek ronakbîr û welatparêzên Efrînê ku di pêngava Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê daye destpêkirin, cîhê xwe digirin, li ser berpirsyariya xwe ya dîrokî, xebatên xwe yên teşhîrkirina van sûcan bidomînin û dengê Efrîna rengîn bigihinîn navendên berpirsyar.
Çalakiya ku li paytexta Elmanya Berlînê bi tevlîbûna mexdûrên herêma Efrînê û welatparêzên Sûriyê hate lidarxsitin, gavek ji bo pêşxistina vê pêngavê û teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wan ên tundrew bû.
Li gel Mexdûrên Efrînê, Welatparêzên Sûriyê jî, li ser banga însiyatîfê bi awayek girseyî beşdarî nobetê bûn û wêneyên Efrînê û pankartên şermezarkirina qirkirinê, li wê derê bilind kirin.
Di çalakiyê de bi yek dengî bang li civaka navneteweyî hatê kirin, ku dawî li komkujiyê bînê û li dijî binpêkirin, tawanên rêkxistî û sîstematîk ên li hember gelê herêma Efrînê tên kirin, bi erk û berpirsyariya xwe ya li gor yasa û peymanên navdewletî rabe.
Em wek Însiyatîf hewl didin ku ew kesên tevlî sûc û binpêkirinên li Efrînê bûne, piştgirî dane, fînanse kirine û di êniyên siyasî de parastine, bidine darizandin.
Di vê çarçovayê de, em wek Însiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê diyar dikin ku çalakiya li Berlînê hatiye lidarxistin, destpêka rêze çalakî û çalakiyan e ku wê li ser hemû astan bi armanca gihaştina qonaxa tawankarî û dadwerî bi awayekî bilind bêne lidarxistin.”