Ciwanan li dijî tecrîdê banga berxwedanê kirin

Ciwanên ku li îstasyona trenê ya Cenevreyê çalakî kirin bi gotina “Roj Roja ku wê Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî were bicihanîne, roj roja xwedî derketina berxwdana gerîla ye” banga berxwedanê kirin.

Li Ewropayê rêxistinên ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-JIN) di çerçovaya pengava “Werin Cenga Azadiyê” de Li hemberî êşkence û tecrîda girankirî ya sîstematîk ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin çalakiyên xwe didomînin.

Endamên TCŞ û Teko-JIN ku di saetên êvarî de li ber deriyê îstasyona trenê ya Cenevre ya Swîsreyê hatin gel hev meşak lidarxistin.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û di nav îstasyonê de dirûşmeyên “Lîberte Ocalan” û “Bijî Serok APO” berzkirin.

Di çalakiya ku nêzî saetekî dawamkir de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ciwanan gotin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd “Sebra me nema ye” û wiha berdewam kirin; “An wê Rêber Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî an jî wê her der ji me re bibe qada berxwedanê. Em ê NATO’ya ku hevkarê van polîtîkayên qirêj e li her deverê teşhîr bikin. Heta ku em TC’ê ya faşîst û hemû hevalbendên wê têk bibin, emê li her derê di nav çalakiyan de bin.”

Tevgerên ciwanan bang li ciwanên ku li Ewropayê dijîn kir û gotin; “Divê ciwanên Ewropa rabin serî hildin û li qadan cihê xwe bigirin. Roj ew roje ku divê azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bê pêkanîn, Roja xwedî li berxwedana gerîla derketinê ye. Tiştekî ku em winda bikin nîne, divê li her deverê em derkevin qadan. Di oxir û encama berdêlên çawa de dibe bila bibe em banga berxwedanê dikin.”

Ciwanan piştî daxuyaniyê çalakiya xwe bi dawî kirin.