Li Viyanayê çalakiya xwedîderketina li HDP'ê
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Viyanayê bi wesîleya salvegera darbeya 4'ê Mijdarê daketin qadan ev peyam dan: Em hemû HDP'î ne, HDP li her derê ye. Hûn ê nikaribin serî li HDP'ê bidin tewandin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Viyanayê bi wesîleya salvegera darbeya 4'ê Mijdarê daketin qadan ev peyam dan: Em hemû HDP'î ne, HDP li her derê ye. Hûn ê nikaribin serî li HDP'ê bidin tewandin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji ber salvegera êrişên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de ya ku li ber Karlsplatz Operayê hate lidarxistin, faşîzma AKP/MHP'ê hate şermezarkirin û hate xwestin ku HDP'iyên dîl hatine girtin tavilê bêne berdan.
Di çalakiyê de wêneyên şehîda demokrasiyê Denîz Poyraz û hilbijartiyên HDP'î yên dîlgirtî û alên HDP'ê hatin hildan.
Qisekeran diyar kirin ku HDP a ku li hemberî êrişên darbeya siyasî ya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li ber xwe dide, xurtir bûye û hîn jî hêviya gelan e. Her wiha bi biryar e ku li her devera lê ye têkoşîna demokrasiyê bimeşîne.
Parlamenterê berê yê Amedê Ziya Pîr piştre axivî û bang li şoreşger û demokratên Tirkiyeyî û Kurdistaniyên li Ewropayê û got, "Divê her kes têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li her devera ku lê ne bilind bikin û li her devera Ewropayê xwedî li HDP'ê derkevin ku hêviya gelan e."