EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin protestokirin
Gelê Kurd bi pêşengiya NAV-DEM’ê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî şermezar kirin. -
Çalakiya li Fransayê: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Kurd û dostên wan li Parîsê ya ku paytexta Fransayê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer dike. -
‘Piştevaniya bi Ocalan re divê bê xurtkirin’
Parêzvana mafê mirovan ên demek dirêj e ji bo azadiya gelê Kurd di gelek projeyan de cih digre Anjûska Weîl û Jochî Weîl, destnîşan kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, divê Ocalan azad bibe. -
Parlamentoya Ewropayê doz li Komîsyona YE'yê vekir
Palamentoya Ewropayê ji ber 'kêrnehatine' bicihanîna rayeyên rajoriya hiqûqê doz li Komîsyona YE'yê vekir. -
Li bajarê Swîsreyê çekên kîmyewî protesto kirin
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî Kurdên li bajarên Zurîh, Lûzern û Cenevreyê daketin qadan bang li saziyên berpirs kirin ku erka xwe bicih bînin. -
Li Kopenhagê bikaranîna ‘çekên kîmyewî’ hate protestokirin
Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve li pêşiya nûnertiya NY ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Şehîdên meha Cotmehê li Lîmasolê hatin bibîranîn
Li Lîmasolê di şexsê Gulnaz Karataş de hemû gerîlayên di meha Cotmehê şehîd binî bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
KCDK-E: Li dijî çekên kîmyewî dakevin qadan
KCDK-E li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexe yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û balê bikişîne ser bêdengiya OPCW û hêzên navneteweyî bang li her kesê kir ku 29-30’ê Cotmehê dakevin qadan. -
Elmanyayê gotina 'Bila qedexeya li ser PKK'ê rabe' qedexe kir
Malper û hesabên medyaya dijîtal ku ziyana qedexeya li ser PKK'ê vedigotin hatin blokekirin. -
Li dijî êrişên bi çekên kîmyewî Kurd dadikevin qadan
KON-MED'ê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê dike, wê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan. Ji bo çalakiyên 30'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir. -
Ciwanan li balafirgehê çalakî kirin
Ciwan bi çalakiya bêîteatiya sivîl ketin hundirê balafirgeha Marignaneyê û bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk. -
'Doza Rojava' ya li dijî 2 rayedarên polîsan ên Elman dest pê dike
Beriya çalakiya sala 2019'an a li Kolnê ku ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê hate lidarxistin, 2 amîrên polîsan ên Elman daxuyaniyên provokatîf dabûn. Doza li dijî herdu amîran îro dest pê dike. -
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY kete meha 10’an
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne; dema dema azadiyê ye’ de kete meha 10’an. -
Dewleta Tirk bombe li Şehbayê barand: 2 leşkerên Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Şehbayê barand û 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar kir. -
Bêrîtan li Atînayê hate bîranîn
Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li paytexta Yewnanistan Atînayê hate bîranîn. -
PE: Erdogan hewl dide balê, li ser pirsgirikên lezgîn dûr bixîne
Raportorê Daîmî yê Parlamentoyê yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor û Serokê Delegasyona Parlamena YA- Tirkiyê Sergey Lagodînsky, gefa Erdogan a dersînorkirina sefîran wek hewldana ‘Dixwaze bal li ser pirgirikên lezgîn dûr bixîne’ pênase kirin. -
Pîrên Elewiyan bang li OPCW’ê kir ku lêkolînê li qadên gerîla bike
Dayikên pîr û pîrên bawermendên Elewiyan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve ya li qadên gerîla nameyek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî û Ofîsa Karên Bêçekkirinê ya NY’yê. -
Li jineke DAÎŞ'î ya ku keça Êzidî birçî hişt û qetil kir, 10 sal ceza hate birîn
Dadgeheke li bajarê Munchenê yê Elmanyayê, 10 sal cezayê girtîgehê li jineke DAÎŞ'î ya bi navê Jennifer Wenisch birî, ku bi birçîhiştin û qetilkirina zarokeke Êzidî tê sûcdarkirin. -
Pirtûka 'Jin, jiyan azadî' li Mallorcayê hate nasandin
Pirtûka Mujer Vida Libertad (Jin, jiyan, azadî) ya li ser dîroka tevgera jinên Kurdistanê li Girava Mallorcayê hate nasandin. -
Bêrîtan û şehîdên meha Cotmehê li Stockholmê hatin bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de li Stockholmê hatin bîranîn. -
Zapatista û Kurd li Bernê li hev civiyan
Zapatistayên gihîştin Bernê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin. Herdu aliyan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin. -
Li Dortmundê bîranîna şehîdan
Li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê şehîdên meha Cotmehê bi civînekê hatin bîranîn. -
Rêveberiya Berlinê kontrola li ser sînoran zêde dike
Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna pêla koçberiyê ya ji Belarusê wan kontrolên li ser sînor zêde kirine. -
Nobedarên vê hefteyê endamên Kongreya Star e
'Nobeda Azadiyê' ku 10 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji jinên Kongreya Star dewam dike. -
Li 3 bajaran Şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn
Di merasîmên bîranîna Şehîdên meha Cotmehê ya li 3 bajaran de pêkhatî peyam hat dayin ku wê di şexsê şehîd Bêrîtan ku sembola têkoşîna azadiya jin e xeta hemû şehîdan bigihînin serketinê.