Şehîdên meha Cotmehê li Lîmasolê hatin bibîranîn

Li Lîmasolê di şexsê Gulnaz Karataş de hemû gerîlayên di meha Cotmehê şehîd binî bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Lîmasol a Qibrisê di şexsê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hemû gerîlayên ku di meha Cotmehê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîm bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Jinên Kurd a Qibrisê hat lidarxistin.

Di şexsê şehîdên meha Cotmehê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Berdevka Însiyatîfa Jin Gulistan Akşahîn û Hevseroka Meclîsa Gel a Qibrisê Fatma Dogan axivîn.

Salona bîranîn lê pêkhat bi wêneyên şehîdên meha Cotmehê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û YPG’ê hatibû xemilandin.

Merasîm bi nîşandayina sînevîzyona ku ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê hatibû amadekirin bi dawî bû.