Li Kopenhagê bikaranîna ‘çekên kîmyewî’ hate protestokirin
Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve li pêşiya nûnertiya NY ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve li pêşiya nûnertiya NY ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Kudên li Kopenhagê dijîn li dijî bikaraîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve çalakiyek kirin û nerazîbûn nîşanî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin.
Çalakî bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê ve li pêşiya Nûnertiya NY’yê hate kirin.
Çalakiya bi dehan kes tevlî bû pankarta bi nivîsa ‘Zarokên Kurd bi gazên jehrî tên qetilkirin’ vekirin.
Her wiha dowîz û pankartên ku balê dikişîne ser sûcên şer û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk dike û bang li tevgerên civaka navneteweyî kirin ku têkevin tevgerê.
Çalakvanan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bi kêmanî 323 caran çekên kîmyewî bikar anye û daxwaz kirin ku li ber vî sûcên ku li ber çavê cîhanê tê kirin bêdeng nemînin.
Dosyayek têkildarî bikaraîna çekên kîmyewî û êîrşna radestî nûnertiya NY’yê hate kirin.