Li Elmanyayê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin protestokirin
Gelê Kurd bi pêşengiya NAV-DEM’ê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Gelê Kurd bi pêşengiya NAV-DEM’ê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
BERLÎN
Bi banga Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Danê gelê Kurd û dostên wan li Brandenbûrger Torê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Civaka Azad hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin “Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve li ser Başûrê Kurdistanê êrişên dike û ji ber êrişan bi hezar kesan dev ji warên xwe berdane. Ji 23’ê Nîsanê heta 23’ê Cotmehê di nava 6 mehan de 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û di van êrişan de 38 gerîla şehîd bûne.”
Nav-Berlînê jî diyar kir ku ew bomberdûmanên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin î got “Ev çekên kîmyewî yên ku li dinyayê bikaranîna wan qedexe ye, îro li ser gelê Kurd tê bikaranîn. Divê ev qadên ku êrişên kîmyewî li ser wan hatiye kirin werin lêkolîn.”
KÎEL
Kurdên li Kîelê jî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û OPCW’ê şermezar kirin.
Meş ji aliyê NCDK’ê li pêşiya Kîel Haûptbahnhofê hate destpêkirin. Di meşê de pankartên çekên kîmyewî teşhîr dikin hate vekirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin.
Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi sedan caran çekên kîmyewî bi kar anîne û xwestin bila tu kes çavê xwe ji vî tiştî re negirin.”
HEÎLBRONN
Li qada Hafenmark a Heîlbronê jî wêneyên şehîdên ji ber çekên kîmyewî û pankartên li ser êrişa kîmyewî hatin hildan.
Hevseroka NCDK’ê Gulistan Meşkîna di çalakiyê de axivî û got “Rejîma dîktator a AKP û MHP’ê di êrişên dawîn de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo ser têkçûna xwe bigire, bi çekên kîmyewî êrişan dike. Ji ber van êrişan bi dehan kesên sivîl birîndar bûne û xweza texrîb bûye. Mixabin ev tişt li ber çavê dewleta Tirk tê kirin. Bêdengiya wan tê wateya ku alîkariyê didin dewleta Tirk.”
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî êrişên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, bi meşekê hate şermezarkirin.
Gelê Kurd li Platz der alten Syngogê hatin ba hev û bi pankart û dovîzan dest bi meşê kirin.
Piştî meşê mîtîng hate kirin û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hatea rexnekirin.