Li bajarê Swîsreyê çekên kîmyewî protesto kirin
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî Kurdên li bajarên Zurîh, Lûzern û Cenevreyê daketin qadan bang li saziyên berpirs kirin ku erka xwe bicih bînin.
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî Kurdên li bajarên Zurîh, Lûzern û Cenevreyê daketin qadan bang li saziyên berpirs kirin ku erka xwe bicih bînin.
Kurdistanî û dostên xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarên Zurîh, Lûzern û Cenevre yên Swîsreyê daketin qadan, bang li saziyên navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin.
ZURÎH
Girseya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Zurîh û Meclîsa Jinan a Bêrîtan saet 14:00’an li ber Sefaretxaneya Tirk hatin ba hev, mîtîngek lidar xistin. Li vir ji bo gerîlayên ji ber bikaranîna gazên jehrî û çekên kîmyewî şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin. Hevserokê CDK-Zurîh Hikmet Aslan axivî. Aslan diyar kir ku bêdengiya saziyên navneteweyî û OPCW’ê ya li ber bikaranîna çekên kîmyewî û vê hovîtiyê qebûl nakin.
Hevserokê din Yuksel Dogan axivî û diyar kir ku wê rûyê rast ê dewleta Tirk di platforma navneteweyî de tim tehşîr bikin.
Li ser navê Hêza Têkoşîna Yekbûyî (BMG) jî axaftin hate kirin û bal kişand ser qetlîamên dewleta Tirk li ser Kurdan kiriye û got: “Divê li dijî van êrîşan dostên gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re bidomîne.”
Piştî çalakiyê şandeyek li ser navê çalakvanan têkildarî çekên kîmyewî da bi GsoA a yek ji saziya parazvanê bêçekirinê ya li cîhanê û li Swîsreyê xebatan dike, kir.
LÛZERN
Li Lûzernê jî bi heman armancê çalakiyek hate kirin. Li Vogelîgarte gel pankarta bi nivîsa ‘Dewleta Tirk bi salan e bi kîmyesalê êrîşî gelê Kurd û Kurdistanê dike’ hildan û mîtîngek kirin.
Li vir Hevseroka Navenda Civaka Kurd Ercan Guşeş axivî û diyar kir ku OPCW, NY’yê û saziyên din li ber bikaranîna çekên kîmyewî bêdengin û got: “Ev sazî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşên qirker ên dikevin çarçoveya sûcên mirovahiyê de. Di serî de divê OPCW û NY û saziyên navneteweyî tavilê bi erka xwe rabin.
CENEVRE
Kurdistanî û dostên xwe li Cenevreyê saet 18:00’an de li pêşiya postexaneya Montblac bi dirûşman meşiyan. Bê navber dirûşmên ku balê dikişîne ser bikaranîna Tirkiye ya çekên kîmyewî û piştre girseyê li Qada Plaînpalaîsê mîtîngek kirin.Li vir Parlemetera Netewî ya Ensenble a Gaûche a Swîsreyê Stefanîw Prezîose û Parlemeterê Kantona Ceneveryê Jean Batoû li vir piştevaniya xwe ya bi Kurdan re nîşan da.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk nayê qebûlkirin.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên piştevaniya enternasyonalîst û şûnde dawî bû.
Ji bo çalakiyên ku sibe bên kirin banga tevlîbûnê hate kirin.
Solothurn
Cih: Kreuzackerplatz
Saet: 14.00
St Gallen
Cih : Kornhausplatz
Saet:15.00
Basel
Cih: Pêşiya Bahnhof SBB
Saet: 15.00