Li dijî êrişên bi çekên kîmyewî Kurd dadikevin qadan
KON-MED'ê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê dike, wê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan. Ji bo çalakiyên 30'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir.
KON-MED'ê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê dike, wê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan. Ji bo çalakiyên 30'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst qirker li pêş çavên tevahiya cîhanê bi polîtîkayên qirkirinê Kurdsitanê dagir dike û li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne."
Bi navê civaka Kurd a li Elmanyayê hate xwestin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bê kirin û bang li Hikumeta Federal a Elman, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo berjewendiyên aborî van sûcên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve neyên.
KON-MED'ê diyar kir ku wê li gelek bajarên Elmanyayê bi vê armancê di 30'ê Cotmehê de çalakiyan bikin û bang li Kurdistaniyan û dijberên şer ên li Elmanyayê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî van çalakiyan bibin.
Bernameya çalakiyan wiha ye:
"FRANKFURT
HBF (Meşa navendî ya federasyonê)
Saet: 15:00
SAARBRUCKEN
Europa-Galerie
Saet: 15:00
BERLÎN
Branderburger Tor
Saet: 15:00
HANNOVER
Opern Platz
Saet: 14:00
HAMBURG
Ganzemarkt
Saet: 15:00
KASSEL
Konigs Platz
Saet: 15:00
OLDENBURG
Bahnhof
Saet: 14:30
HEILBRONN
Hafenmark
Saet: 15:00
FREIBURG
Platz der alten Synagog
Saet: 16:00
STUTTGART
Lautenschlagerstr
Saet: 15:30."