Rêveberiya Berlinê kontrola li ser sînoran zêde dike
Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna pêla koçberiyê ya ji Belarusê wan kontrolên li ser sînor zêde kirine.
Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna pêla koçberiyê ya ji Belarusê wan kontrolên li ser sînor zêde kirine.
Polîsên Elmanyayê doh dest li koma rastgiriya tund werda ku ji bo vegerandina biyaniyên dixwazin bên Elmanyayê li ser sînor li dewriyê digeriyan. Di heman demê de ragihand ku wê kontrolên li ser sînor jî zêde bike.
Polîsan koma ji pêncî sempatîzanên Neo Nazî vegerand ku ji bo astengkirina koçberan hatin Brandenburgê. Di dema operasyonê de sator, kêr, çoyên hesin û gaza îsotê bi dest xistin.
Piştre jî Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer diyar kir ku wê kontrolên li ser sînorê Polonyayê bêne zêdekirin û 800 polîsên din li herêmê bêne bicihkirin.
Rayedarand ragihandin ku îsal ji Belarusê di ser Polonyayê re zêdeyî 5 hezar koçber derbasî Elmanyayê bûn.
DÎWARÊ JI TÊLAN
Wezîrê Karên Hundir ê Elman her wiha diyar kir ku daxwaza parastina sînoran 'ji bo astengkirina derbasbûnên neqanûnî' hewldaneke 'rewa' ye. Gelek welat jî ji bo pêşî li 'pêla koçberiyê ya mezin' a ji Belarusê bigirin, ji Yekîtiya Ewropayê alîkariyê dixwazin ku dîwarê ji têlan çêbikin.
Polonyayê ji bo karibe dîwar li ser sînorê Belarusê lê bike 350 milyon euro xwest û bi hezaran leşker seferberî sînor kir.
Piraniya wan ji Rojhilata Navîn bi hezaran koçber piştî pêkanînên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Belarusê ji meha Tebaxê ve hewl didin ji sînor derbas bibin.
Awûstûrya, Bulgaristan, Qibris, Danîmarka, Estonya, Yewnanistan, Macaristan, Lîtvanya, Letonya, Polonya, Komara Çek û Slovakyayê li sînorê Belarusê dest bi danîna têlan kirin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku Yekîtiya Ewropa wê 'dîwar û têlên li ser sînor' fînanse neke.