Li Dortmundê bîranîna şehîdan

Li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê şehîdên meha Cotmehê bi civînekê hatin bîranîn.

Li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê bi pêşengiya aktîvîstên TÊKO-JIN (Jin ên Ciwan ên Têkoşer) û TJK-E (Tevgera Jinan a Kurdistanê li Ewropayê), li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk civînek hate lidarxistin û şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Civînê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Bi navê malbatên şehîdan axaftin hate kirin û işaret bi mîsyonan jinan a di nava têkoşîna azadiyê de hate kirin.

Piştre jî helbest hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.