Nobedarên vê hefteyê endamên Kongreya Star e

'Nobeda Azadiyê' ku 10 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji jinên Kongreya Star dewam dike.

Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê çalakiya 'Nobeda Azadiyê' dewam dike.

Çalakî her hefte ji aliyê komek ji Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ve tê lidarxistin. Nobedarên hefteya 488'an a çalakiyê jî endamên Kongreya Star e ku ji Elmanyayê tevlî bûne.

Nayîme Hessen, Asiye Reşît û Zarîfe Misto vê hefteyê beşdarî çalakiyê bûne.

Bi navê çalakgeran Nayîme Hessen axivî û got, "Azadiya Rêber Apo erk û wezîfeya Kurdan hemûyan e." Nayîme Hesen destnîşan kir ku xwedîderketina li nobedê ku 10 sal in dewam dike, gelekî girîng e.

Nayîme Hesen anî ziman ku di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ew şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan kir ku bi paradîgmaya Ocalan a azadiya jinê re jinên Kurd têkoşîneke dîrokî dimeşînin.

Nayîme Hessen got, "Bi dîlgirtina Rêber Apo re tê xwestin ku gelê Kurd bê qirkirin" û diyar kir, ji bo Kurdan bidawîkirina hewldanên qirkirinê û pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk li Îmraliyê ye.

Nayîme Hessen diyar kir ku ew bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û got, "Ewropa ku hevparê komploya navneteweyî ye, van sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve tê."

Nayîme Hessen anî ziman ku rêya herî girîng a bi dawîkirina komkujiyên li dijî Kurdan û êrişên dagirkeriyê, berxwedan e.

Nayîme Hessen got, "Ji bo azadiya Rêber Apo divê Kurd hemû çalakiyan bikin" û ji bo xwedîderketina li nobedê bang kir.