Zapatista û Kurd li Bernê li hev civiyan

Zapatistayên gihîştin Bernê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin. Herdu aliyan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin.

Meşa şandeya Zapatista  ya li pênc parzemînan dewam dike.

Baskekî şandeyê beriya çend rojan gihîşt Swîsreyê û li Cenevreyê hate pêşwazîkirin. Rawestgeha doh a şandeyê jî paytext Bern bû.

Kurdistaniyan şandeya Zapatista li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêşwazî kirin.

Li vê derê bi beşdariya endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, rêxistinên ciwanan ên alternatîf ên Swîsreyî û Komîteya Rojava hevpeyvînek hate kirin.

Zapatistayan qala modela xwe ya rêxistinbûna berxwedanê, dîroka berxwedanê û çanda xwe kirin.

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swîsreyê jî dîroka Tevgera Jinên Kurd û kevneşopiya berxwedêr a jinên Kurd vegot. Bi taybetî Şoreşa Jinê ya Rojava vegot.

Piştî hevpeyvînê panelek hate lidarxistin.

Endamên Zapatistayan wê rojên bê li bajarên Lugano, Basel û Zurichê jî bêne pêşwazîkirin û çalakî bêne lidarxistin.