Ciwanan li balafirgehê çalakî kirin

Ciwan bi çalakiya bêîteatiya sivîl ketin hundirê balafirgeha Marignaneyê û bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marignane yê Fransayê çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin û bal kişandin ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG'ê dike.

Ciwan danê êvarê li ber Balafirgeha Aeroport Marseille Provenceyê li hev civiyan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê ketin hundirê balafirgehê.

Ciwanan bi qasî saetekê çalakiya xwe dewam kirin û dirûşmên "Ciwan fedayiyên Apo ne", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire rejîma faşîst a Tirk" qîriyan.