Li 3 bajaran Şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn
Di merasîmên bîranîna Şehîdên meha Cotmehê ya li 3 bajaran de pêkhatî peyam hat dayin ku wê di şexsê şehîd Bêrîtan ku sembola têkoşîna azadiya jin e xeta hemû şehîdan bigihînin serketinê.
Di merasîmên bîranîna Şehîdên meha Cotmehê ya li 3 bajaran de pêkhatî peyam hat dayin ku wê di şexsê şehîd Bêrîtan ku sembola têkoşîna azadiya jin e xeta hemû şehîdan bigihînin serketinê.
Li bajarên Hanaû ya Elmanya, Toûloûse ya Fransayê û Arnhem a Hollandayê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de ji bo bîranîna hemû şervanên azadiyê ku di meha Cotmehê de şehîd bûne merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
HANAÛ
Li bajarê Hanaû ya Elmanyayê bi organîzeya Meclîsên jin ên Amara, Nûjîn û Sara li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo bîranîn Şehîdên meha Cotmehê merasîm hat lidarxistin.
Di merasîmê de quncika şehîdan ya ji wêneyên şervanên PKK’ê ku berê di meha Cotmehê de şehîd bûne pêk dihat hat amadekirin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşa Kurdistanê li ser navê amadekaran Delal Ayman axaftina vekirinê kir.
Endama TJK-E Done Guzel jî axivî û bal kişande ser têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan û got, “Bêrîtan îro ligel Têkoşîna Azadiya Kurd ji bo têkoşîna jinên cîhanê jî bûye pêşeng.”
Bîranîn bi nîşandayina sînevîzyona têkildarê şehîdên meha Cotmehê bi dawî bû.
TOÛLOÛSE
Şehîdên meha Cotmehê li bajarê Toûloûse ya Fransa ya Başûr jî hatin bîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Jinan di axaftinên kirin de gotin “Xeta Bêrîtan xeta me ye” û diyarkirin ku wê timî li ser vê xetê bimeşin.
Merasîma bîranînê piştî nîşandayina sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
ARNHEM
Ji bo bîranîna Şehîdên meha Cotmehê li Navenda Çanda Kurd ya li bajarê Arnhem a Hollandayê jî merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna tavahî şehîdên şoreşê destpêkir û merasîm di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de pêşkêşî hemû Şehîdên meha Cotmehê hat kirin.
Di bîranînê de ji bo ruhê şehîdan helwa hate dayin, piştre endama TJK-E Zelal Bafê têkildarê wateya rojê axaftinek pêşkêş kir.
Li ser navê malbatên şehîdan Nesîm Serhat û Abdurrahman Bafê jî axivîn.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.