19'ê Cotmeha 2019'an li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi pêşengiya gelek komên çep ên Elman û saziyên civakî yên sivîl bi dirûşma "Divê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin û piştevaniya bi Rojava re" çalakiyeke girseyî ya şermezarkirinê hatibû lidarxistin.
Di xwepêşandanê de ku bi hezaran kes tevlî bûn û ji bilî partiya rastgiriya tund AfD hemû partiyên Elman piştgirî dan, hatibû xwestin ku êrişên dewleta Tirk ên 9'ê Cotmehê li ser Girê Spî û Serêkaniyê dest pê kirin bêne rawestandin.
Lê belê beriya xwepêşandanê du amîrên polîsan ên li Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf dabûn.
Midûrê Emniyetê yê Kolnê Uwe Jacob û amîrê polîsan ê ji xwepêşandanê berpirsyar Klaus Ruschenschmidt 18'ê Cotmeha 2019'an civîneke çapemeniyê li dar xistin û bi gotina, "Li gorî agahiyên ku me bihîstine wê nêzî hezar Kurdên bi çek û kêr tevlî xwepêşandanê bibe" hewl dan piştevaniya bi Rojava re krîmînalîze bikin.
POLÎSAN BI DAXUYANIYÊ SÛC KIRIN
Herdu rayedarên polîsan îdîa kirin ku Kurd wê êrişî derdorê bike û xwestin ku xwepêşandana ku destûr jê re hatibû dayin bê qedexekirin.
Piştî meş û mîtînga ku bûyereke tundiyê lê neqewimî û bi rengekî aştiyane bi dawî bû saziya bi navê Interventionistische Linke (Çep a Têkoşer) helwesta provokatîf a herdu rayedarên polîsan bir ber dadgeriyê.
Saziyê diyar kir ku bêyî delîlek hebe hate îdîakirin ku Kurd wê di xwepêşandanê de tundiyê bikin û polîsên ku bi vî rengî Kurd û piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê kirin hedef sûc kirine.
Lewma jî doz li amîrên polîsan Jacob û Ruschenschmidt hate vekirin û rûniştina destpêkê ya dozê wê îro li Dadgeha Îdarî ya Kolnê pêk were.