Çalakiya li Fransayê: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Kurd û dostên wan li Parîsê ya ku paytexta Fransayê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer dike.
Kurd û dostên wan li Parîsê ya ku paytexta Fransayê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer dike.
Kurd û dostên wan ên li Parîsê ji bo balê bikşînin ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li pêşiya avahiya AFP’ê çalakiyeke protestoyê li dar xistin.
Bi banga Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk saet di 14.00’an de girse li pêşiya avahiya AFP’ê (Agence France Presse) kom bûn û li vir mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de bi pankart û dovîzan hate diyarkirin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo gerîlayên bi çekên kîmyewî û gaza jehrî hatibûn şehîdxistin, dest pê kir. Di çalakiyê de li ser navê CDK-F’yê Bêrîvan Firat axivî.
Firat diyar kir ji ber ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne divê zext li ser wê were kirin û got “Artêşa Tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve li Başûrê Kurdistanê operasyoneke leşkerî didomîne. Ji ber êrişên hewayî yên leşkerên Tirk gelek cih û warên sivîlan hatin valakirin. Tirkiye bi vê êrişa hewayî hiqûqa navneteweyî bin pê dike û sûcê şer dike. Artêşa Tirk di pênc mehên dawîn de 138 caran êrişên kîmyewî kiriye. Li gorî gerîlayan artêşa Tirk çekeke wisa bi kar tîne ku berê pêlek çêdibe û piştre bedena mirovan dişewitîne. Li gorî yên ji êrişê rizgar bûne, gazeke şîrîn û kesk û yeka spî û bêhna wî tûj hatiye bikaranîn.”
Firat diyar kir ku ji Protokola Cenevre ya 1925’an û vir ve bikaranîna çekên toksîk, xenîqîner û bakteriyolojîk qedexe ye û got “Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ji bo vê mebestê hatiye avakirin. Lê ligel van tiştan heta niha ne OPCW û ne jî aktorên din ên navneteweyî tu gav neavêtine.
Ji ber ku Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, divê li hemberî Erdogan lêpirsîneke serbixwe were avakirin. Em bang li hikumeta Fransyê, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku bila ji bo berjewendiyên xwe çavê xwe ji sûcên mirovayetiyê re negirin. Divê polîtîkaya şer a dewleta Tirk were şermezarkirin.”