Di Kongreya Bloka Neteweyî ya Galîçyayê de piştgiriya ji bo Kurdan

Di Kongreya Bloka Neteweyî ya Galîçyayê de piştgirî ji gelê Kurd û HDP'ê re hate dayin, dewleta Tirk weke 'heza dagirker' hate pênase kirin û biryara Parlamenta Katalan a ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate destekkirin.

Bloka Neteweyî ya Galîçyayê (Bloque Nacionalista Galego-BNG) kongreya xwe ya 17'emîn li bajarê A Corunayê di 7'ê Mijdarê de bi dirûşma 'Em ê bi ser bikevin - Galîçyayeke nû' li dar xist.

Galîçya yek ji 17 herêmên xweser ên Spanyayê ye û nifûsa xwe 3 milyon e. Li Parlamenta Xweser a Galîçyayê ku 75 endamên xwe hene, Bloka BNG xwedî 19 nûneran e.

Tevî 103 endam û delegeyên Meclîsa Bloka BNG'ê, nûnerên gelek partî û tevgerên li Başûrê Emerîkayê, Ewropa, Efrîka û Rojhilata Navîn tevlî kongreyê bûn.

Li vê herêma ku tevî Spanî zimanê Galîçyayê weke zimanê fermî tê bikaranîn, BNG bi xeta xwe ya alîgirê serxwebûnê, neteweyî û çep ji bo mafên çandî, siyasî û neteweyî yên civaka Galîçyayê têdikoşe.

Ji bo zimanê Galîçyayî ku nêzî 3 milyon mirov pê diaxivin, salên dawî bala ciwanan kêm dibe.

Di kongreyê de ji 103 endamên konseya neteweyî ya BNG'ê 50 endam hatin hilbijartin û biryar hate dayin ku Ana Ponton ji nû ve bibe berdevka konseyê. 53 endamên mayî yên konseyê jî wê ji aliyê rêxistinên xwecihî ve bên diyarkirin.

Di nava mêvanên navneteweyî de yên ji bo kongreya BNG'ê hatin vexwendin, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Devrîş Çîmen jî hebû.

Di kongreyê de pêşnûmeyek li ser piştevaniya bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û demokratîkbûna Tirkiyeyê hate qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de li dijî şer û dagirkeriya li Kurdistanê, piştevanî û aştî hate bilêvkirin.

Pêşnûmeya ku bi sernavê "Pêşnûmeya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokrasiya li Tirkiyeyê" hate qebûlkirin, wiha ye:

'EM BI HDP'Ê RE NE'

"Bi navê Bloka Neteweyî ya Galîçyayê (BNG) ji sala 2012'an dema avabûnê û vir ve bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re ne ku hikumeta Tirk zilmê lê dike.

Em piştgiriyê didin HDP'ê ku bi rêk û pêk zext lê tê kirin. HDP'ê bi rêjeya ji sedî 13'an dengê 6.5 milyon kesî standiye û bi vî rengî li Meclîsê partiya herî mezin a sêyemîn, li nava muxalefetê jî partiya herî mezin a duyemîn e. Ev zextên ku li HDP'ê têne kirin gefeke mezin e li ser serweriya hiqûqê û azadiya bingehîn a li Tirkiyeyê. Ev zext û êrişên siyasî yên li ser HDP'ê ji sala 2015'an û vir ve bi rêk û pêk zêde bûn. Meqamên Tirk hîn jî timî zextê li HDP'ê dikin.

Doza ku ji bo girtinê li HDP'ê hatişye vekirin her wiha qedexeyê li 500 HDP'iyan ferz dike. Her wiha di dozên Kobanê de 108 siyasetmedarên HDP'ê têne darizandin ku 20 ji wan girtî ne. Her du doz jî ne guncav in û dûrî aqil in. Ji ber vê yekê jî em van lêpirsînan qebûl nakin!

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê berê jî şeş partiyên siyasî demokratîk ên ji kevneşopiya HDP'ê qedexe kir. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran tespît kir ku girtina partiyên siyasî binpêkirina mafê rêxistinbûnê ye ku di xala 11'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye destnîşankirin. Bi qedexekirina karên HDP'ê re wê temsîla 6.5 milyon hilbijêrî ji holê bê rakirin û derbeke giran li pîvanên demokratîk bê xistin ku vejger jê nabe. Lewma em li dijî her cûre fikrên ku hewl dide karên HDP'ê qedexe yan jî asteng bike.

Di halê hazir de tevî hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Leyla Guven, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata, Gulser Yildirim, Îdrîs Balûken, Abdullah Zeydan, Nazmî Gur û Mûsa Farisogûllari zêdeyî 4 hezar endam girtî ne. Her wiha rayedarên Tirk bêyî ku delîlekê diyar bike, 49 şaredar ji wezîfeyê girtin û li şûna wan jî kesên ku ji aliyê Erdogan ve hatin diyarkirin weke qeyûm hatin danîn. Her wiha 11 şaredariyên din hatin desteserkirin, ji 65 şaredariyên HDP'î 60 şaredarî ji aliyê rejîma Erdogan ve hatin desteserkirin.

Li gorî me, HDP di siyaseta Tirkiyeyê de nebe nabe û tevlîbûna HDP'ê li saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd rêyeke bingehîn e ku wê encameke erênî bi xwe re bîne.

Em piştgiriyê didin HDP'ê û bang li rayedarên Tirk dikin ku dozên bi armancên siyasî li HDP'ê hatine vekirin tavilê bisekinînin û parlamenter, hevşaredar û rêveberên xwecihî jî di nav de HDP'iyên hatine girtin hemûyan berdin. Di serî de Abdullah Ocalan ku di pêvajoya aştî û diyalogê ya salên 2012-2015'an de muxatabê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd bû divê HDP'î û girtiyên siyasî hemû yên li Tirkiyeyê bên berdan.

LI ŞÛNA ŞER Û DAGIRKERIYÊ, KURDISTANÊ NAS BIKE

Mîna ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe ya sala 2021'ê de 19.10.2021'ê diyar kir, Tirkiye bi jinedîtî hatina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) û Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) li dijî mirovahiyê sûc dike û hîn jî 'hêzeke dagirker' e. Li şûna şer û dagirkeriyê, em biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ya ku Parlamenta Katalan 20'ê Cotmehê da, rast û girîng dibînin. Bi navê BNG'ê em piştgiriyê didin vê biryarê."