Sendîkaya Solîdaîresê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin di 6’ê Cotmehê de nameyek ji Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê şandibû.
Mîroslav Papa ê ku Midûrê Kabîneya Alîkariya Sekreteriya Giştî ye li ser navê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê bersivek da û got “Wekî ku hûn jî dizanin derbarê şertên girtîbûnê di navbera CPT û rayedarên Tirk de diyalogekek bi pergal û veşartî heye. Rapora CPT’ê ya ku derbarê serdana di sala 2021’an de kiribû û bersiva rayedaran, li gorî pêkanînên peymannameya Ewropayê ya derbarê êşkence, ceza û miameleya li hemberî mirovatiyê wê ji raya giştî re were eşkerekirin.”
Mîroslav ev jî lê zêde kir û got “Wekî ku we jî diyar kiriye rêzdar Ocalan û pênc girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê di Cotmeha 2011’an de derbarê astengiyên hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn. Rêzdar Ocalan Îlona 2018’an de bi heman sedeman dîsa serlêdanek kiribû. Ev daxwaz di Îlona 2019’an de ji hikumeta Tirk re hatiye ragihandin û dadgeh li gorî proseduran li ser wê disekine. Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê bi tu awayî nikare mudaxeleyî dadgeha serbixwe bike.”
Mîroslava diyar kir ku heke rewşên li dijberî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê were tespîtkirin wê li gorî xala 46’an a peymannameyê, rewş di bin kontrola Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de be.
Di bersivê de îddîaya “Konseya Ewropayê, sazî û dezgehên wê, li gorî peywirên xwe, wekî ji bo Tirkiye û hemû welatên xwe yên endam, gelekî qîmetê dide tevgerên li gorî standardên di warê mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê” cih girt.
SENDÎKAYÊ ÇI XWESTIBÛ
Sendîkaya Solîdaîresê diyar kiribû 10 sal derbas bûye ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîdê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û xwestibû bila sedema vê derengmanê were eşkerekirin.
Solîdaîresê gotibû “Serbestbûna Abdullah Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya ji bo gelê Kurd ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, şertek e. DMME, Konseya Ewropayê û NY ji ber ku Tirkiye mafên girtiyan ên li gorî hiqûqa navneteweyî bin pê dike, divê li ser Tirkiyeyê zext were kirin.”
Solîdaîresê bang li Konseya Ewropayê kiribû bila piştgiriyê bidin daxwaza gelê Kurd ku ‘Divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.”