Li Marsîlyayê şehîda Werxelê Binevş Çiya hate bîranîn

Taziyeya ku ev du rojin li Marsîlyayê ji bo gerîlaya şehîd hatibû danîn, îro bi merasîmeke bîranînê bi dawî bû.

Li bajarê Marsîlya ji bo Binevş Çiya (Sema Sumbul) yek ji wan gerîlayên ku 10’ê Cotmehê li qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê ji aliyê dewleta Tirk bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin taziye hatibû danîn.

Malbata Şehîd Binevş Çiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Marsîlyayê serdanên ji bo taziyê qebûl kir.

Piştî du rojên taziyê bi tevlêbûna bi sedan kes merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de gerîla Hêvîdar Tibêspî (Ala Xidir Xelef), Yêrîvan Kato (Makbûle Kiliç) û Adil Gabar (Yakûb Kizilaslan) ku ligel Binevş Çiya şehîd bûbûn jî hatin bîranîn.

Salon bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê ku Komîteya Malbatên Şehîdan amadekiribûn hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir û piştre sînevîzyonek ya derbarê têkoşîna gerîlayên şehîd hat nîşan dan.

Di merasîmê de Hevserokê DKTM’ê Erhan Tarhan axivî, sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurd xwest û got, “Emê li ser şopa şehîdan bimeşin û têkoşîna xwe bi zaferê tacîdar bikîn.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.