'Keştiya Azadiyê' berê xwe dide Napolî

Koma çalakiyê ya 'Keştiya Azadiyê' ku doh dest bi bernameya xwe kir, bi partî û saziyên civaka sivîl re hevdîtin kir. Heyet wê îro ji Atînayê berê xwe bide Napolî.

Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di çarçoveya kampanya 'Dem dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re' mohra xwe datîne binê çalakiyên cuda.

'Keştiya Azadiyê' ku rêwiyên wê akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûner û aktîvîstên tevgera jinê yên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Yewnanistan, Îtalya û Îngilistanê ye, îro ji Lavrîo ya Atînayê bi rê dikeve û berê xwe dide Napolî.

Keştî wê 12'ê Mijdarê li Îtalyayê bi rengekî girseyî bê pêşwazîkirin ku beriya 23 salan wê rojê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Yewnanistanê derbasî Îtalyayê bûbû.

Çalakgerên 'Keştiya Azadiyê' pêr kom bi kom gihîşt Yewnanistanê û doh dest bi bernameya xwe kirin.

Koma çalakger li paytext Atînayê li hev civiya û serdana navendên giştî yên Partiya Muxalefetê ya Bingehîn Syriza (Koalîsyona Çep a Radîkal), LAE (Yekîtiya Gel) û NAR (Pêla Çep a Nû) kir.

Di hevdîtinan de işaret bi rola Yewnanistanê ya di komploya navneteweyî de hate kirin û ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji rayedarên Yewnan hate xwestin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

HEVDÎTIN JI DU BASKAN HATIN KIRIN

Hevdîtina bi rayedarên LAE'yê ji aliyê fîlozofê Îtalî û nivîskar Salvatore Malinconico û Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, wekîla berê Nûrsel Aydogan û hevşaredara berê Leyla Îmret ve hate kirin.

Malinconico ku di heman demê de endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Îtalyayê ye got, "Azadiya Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên bi dehan salan ên gelên herêmê çareser bike."

Malinconico destnîşan kir ku ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin divê kar bê kirin û got, "Di vê mijarê de em li benda piştgiriya LAE'yê ne."

Sekreterê LAE'yê û wezîrê berê yê hawirdorê Dimitrsi Stratoulis heyet pêşwazî kir û got, "Bi navê partiyê em çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û ji bo vê dixebitin. Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku malovaniyê ji çalakiyeke bi vî rengî re dikin."

Heyetê ji du baskan ve tevahiya rojê hevdîtin kir û serdana rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî kir.

Ji Tevna Mafên Civakî û Polîtîk (DIKTIO) heta Kurtovik Giana, Gianopulos Nikos, Rolhoizer Axim û Fares Antonis hevdîtin hatin kirin.

Parêzer Stefano Mannironi li ser paradîgmaya konfederal a demokratîk a Abdullah Ocalan agahî da û girîngiya têkoşîna bi hev re ya gelan destnîşan kir.

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu jî di hevdîtinê de bal kişand ser tefrîdê, êrişên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û êrişên bi çekên kîmyewî.

Ji DIKTIO'yê Gianopulos Nikos jî diyar kir ku dîlgtirtin û tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û got, "Gelê Yewnan bi gelê Kurd re ye."

HEVDÎTINA BI SYRIZA RE

Di nava rojê de hevdîtineke din bi partiya muxalefetê ya bingehîn Syriza (Koalîsyona Çep a Radîkal) re hate kirin.

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, parlamentera serdema beriya niha ya HDP'ê Besîme Konca, hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret û siyasetmedarê Kurd Eyup Dorû serdana navenda giştî ya Syrizayê kirin. Di hevdîtinê de Serokê Komîsyona Penaberan a Syrizayê Manolis Saris, Nûnera Mafên Mirovan û Binpêkirina Mafan a Syriza û ji parêzerên destpêkê yên Ocalan Korina Repousi, endamê Navenda Giştî ya Syrizayê Panos Lambrou û Parlamentera Parlamenta Ewropayê ya Syrizayê Anneta Kavadia di hevdîtinê de amade bûn.

Kurkçu di hevdîtinê de li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên antî demokratîk agahî da.

Kurkçu destnîşan kir ku tenê bi Tirkiyeyeke demokratîk tecrîd dikare ji holê bê rakirin.

Besîme Konca jî işaret bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê kir û bang li Syrizayê kir ku li hemberî polîtîkayên dewleta Yewnan ku bû parçeyek ji komploya navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê.

Anneta Kavadia jî ragihand ku ew vê serdanê girîng dibînin û anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê li dijî mriovahiyê ye, ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan bang li Tirkiyeyê kir.

Panos Lambrou jî diyar kir ku HDP ji bo wan partiya bira ye û Syriza mala Kurdan e. Panos Lambrou got, Tirkiyeyeke demokratîk tenê bi naskirina mafên Kurdan pêkan e.

PANELA 'DEM DEMA WÊ YE'

Di nava rojê de bi beşdariya ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez panela bi mijara 'Dem dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re' hate lidarxistin.

Îbrahîm Bîlmez qala komploya navneteweyî kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin û şert û mercên tecrîda giran vegot.

Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku dewleta Tirk Îmrali kiriye navendeke êşkenceyê û got, wezîfeya gelan misogerkirina azadiya Ocalan e.

'Keştiya Azadiyê' wê îro (9'ê Mijdarê) ji bendergeha Lavrio bi rê bikeve û berê xwe bide Îtalyayê.