Cihê nû yê NCDK’ê li Baselê hat vekirin

Li bajarê Basel ya Swîsreyê cihê nû yê Navenda Civaka Demokratî a Kurd (NCDK) hat vekirin.

Li Baselê merasîma vekirinê ya NCDK’ê hat lidarxistin.

Nûnertiyên partiyên siyasî yê Swîsreyî, saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî û Kurdistanî û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes tevlê merasîma vekirina cihê nû ya NCDK’ê ku weguheziye adresa Elsässtrasse 215, 4056 Basel bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştre Hevseroka NCDK’ê Zeynep Kayra axaftina vekirinê kir. Kayra sipasiya beşdaran kir û bal kişande ser girîngiya têkoşîna li dijî faşîzmê.

Wekîla Partiya Sosyal Demokrat (SP) a Baselê Edîbe Golgelî, Wekîlê (SP) yê Parlementoya Federal a Swîsreyê Mûstafa Atici, Serokê Kantona Baselê Beat Jeans ligel Wekîlê SP’yê Mahîr Kabakçi û Hevserokê Partiya BastA Sîna Deîss jî tevlê merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi peyamên sazî û partiyê siyasî ya ji bo merasîmê domkir. Piştî peyaman hunermend MeDî û Ozan Emekçî derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Merasîm piştî şahiyê bidawî bû.