Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê li Berlînê dest bi çalakiyê kir
Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê, ji bo sûcên qirkirinê yên li Efrînê têne kirin li dadgeha navneteweyî bêne darizandin li Berlînê dest bi nobedê kir.
Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê, ji bo sûcên qirkirinê yên li Efrînê têne kirin li dadgeha navneteweyî bêne darizandin li Berlînê dest bi nobedê kir.
Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê ku 22'ê Tebaxê bi kongreyeke ji beşdariya 80 aktîvîst, rewşenbîr, akademîsyenên Efrînî yên li derveyî welat hate ragihandin, li paytexta Elmanya Berlînê dest bi çalakiya nobedê kir. Çalakî ji bo darizandina dewleta Tirk a ji ber sûcên qirkirinê yên li Efrînê hate desteserkirin.
Çalakiya nobedê li Brandenburger Tor'ê bi beşdariya mexdûrên herêma Efrînê û şêniyên ji gelê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat û pankartên li ser êrişên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin hildan.
Çalakgeran bang li civaka navneteweyî kirin ku qirkeriya li Efrînê rawestîne, ji bo dawî li gefên dagirkeriyê bê anîn li dijî dewleta Tirk bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Însiyatîfê ragihand ku çalakiya li Berlînê destpêk e û heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya wan dewam bike.