Çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê di roja 2’mîn de ye

Di 2’mîn roja çalakiyê de dosyayek pêşkêşî rayedarên Parlementoya NRW’yê hat kirin. Hunermend Seyîtxan û Kawa jî bi pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî ve piştgirî dan çalakiyê.

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê li dijî bikaranîn çekên kîmyewî li ser qadên gerîla ya ji aliyê dewleta Tirk Kurdistaniyan bi pêşengiya Federasyona Fed-Med û YJK-E’yê ji duh ve li ber Parlementa Eyaleta NRW (Vestfalya Ren a Bakur) çalakiyeke 5 rojî ya konvedanê lidarxistibûn.

Çalakvanan cilên spî li xwe kiribûn û pankart û dovîzên derbarê êrişên kîmyewî hilgirtibûn. Her wiha dosya têkildarê êrişên kîmyewî ya KON-MED’ê amade kiribû radestê Parlementa Eyaletê kirin.

Siyasetmedar Lîzegîn Botan ku tevlê çalakiyê bibû axaftinek kir.

Lezgîn Botan bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji salên berê de li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne û got, “Bi salan ev yek bi rengekî veşartî dikir. Di êrişên sala dawî de destpêkirî dîsa çekên kîmyewî bikar tîne û vê li ber çavê cîhanê dike. Delwetên Ewropa û saziyên mafê mirovan li hemberî van êrişan bêdengiya xwe didomînin. Ji ber vê gelê Kurd li her cihê ku lê dijî li dijî êrişan çalakiyan dike û xwedî li evladên xwe derdikeve. Em gelên Ewropa dikin ku li dijî vê qirkirina bê exlaqane vedixînin têkoşîna hevpar. Wê faşîzm hilbiweşe û azadî bi serkeve.”

Hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Seyîtxan û Hozan Kawa tevlê çalakiyê bûn û mûzîkên xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Erdoganê kîmyewî”, “Erdoganê dîktator”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hat bidawî kirin.

Roja 3’mîn a çalakiyê dîsa wê di navbera saetên 13:00- 17:00’an de li Konîgsalle-Bahnstrasse’yê bidome.