Li Dusseldorfê ji bo 5 rojan kon hate vedan
Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, Federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW li ber Parlamenta NRW'ê ya li Dusseldorfê kon vedan. Çalakî wê 5 rojan dewam bike.
Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, Federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW li ber Parlamenta NRW'ê ya li Dusseldorfê kon vedan. Çalakî wê 5 rojan dewam bike.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li pêşiya Parlamenta Nordrehin Westfalen (NRW) kon hate vedan ku çalakî wê 5 rojan dewam bike.
Çalakiya ku bi pêşengiya federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW ve hate destpêkirin, balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi çekên kîmyewî dike. Çalakger dixwazin bala raya giştî bikişînin ser mijarê û saziyên pêwendîdar bixin nava liv û tevgerê.
Di roja destpêkê ya çalakiyê de pankartên ji wêneyên gerîla yên ku bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin hatin daliqandin û daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Piştî belavoka li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve, nûnerên saziyan daxuyanî dan.
Hevserokê Kon-Med'ê Engîn Sever destpêkê axivî û anî ziman ku artêşa Tirk bi rengekî bêsînor li dijî gelê Kurd sûcên şer dike.
Engîn Sever bi bîr xist ku dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê ve bi alîkariya xayinên il Başûrê Kurdistanê çekên qedexekirî bi kar tîne û got, "Ev yek ji êrişeke dagirkeriyê jî wêdetir e. Her kes li pêşberî vê êrişa nemerdane bêdeng e. Di serî de hikumeta Elmanyayê, dewletên Ewropa û saziyên ku êrişên bi çekên kîmyewî qedexe dikin, bi bêdengiya xwe dibin hevparê vî şerî. Ji ber vê yekê divê saziyên mafên mirovan tavilê li ber van êrişan rabin û êrişên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd rawestînin."
Aktîvîsta YJK-E NRW'ê jî destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke bêhempa heye û got, "Dewleta Tirk a qirker û dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî careke din rûyê xwe yê komkujer nîşan da.
Nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî got, "Bersiva herî mezin a li dijî van êrişan bi tevlîbûna ciwanên Kurd a li berxwedana li Zap û Avaşînê dibe, bi parastina Kurdistanê dibe."
Di çalakiyê de dirûşmên "Kîmyasal Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Çalakiya kon wê îro saet di navbera 13:00-17:00 de li ber parlamentê dewam bike.