Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li Mannheimê hatin şermezarkirin
Kurdistanî tevî dostên xwe li Mannheimê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî şermezar kirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li Mannheimê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî şermezar kirin.
Li bajarê Mannheimê yê Elmanyayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê dike, bi mîtîngekê şermezar kirin.
Girseya gel bi vê armancê li Pradeplatzê ya li navenda bajêr li hev civiya û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest bi çalakiyê kir.
Piştre daxuyaniyek hate dayin û işaret bi êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hate kirin ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve gelek caran li dijî gerîla bi kar tîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gerîlayên HPG'ê ti carî têk naçin, naqedin. Bi vê yekê baş zanin. Ji ber ku hîmên felsefeya Serok Apo xurt e, Kurdek bi tenê jî bimîne wê neqede. Çawa ku me doh bi ser xist em ê îro jî bi ser bikevin."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.