Li Ewropayê sala 2019'an ji ber qirêjiya hewayî 307 hezar kes zû mirin
Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê ragihand ku li welatên Yekîtiya Ewropayê, salas 2019'an ji ber qirêjiya hewayê 307 hezar kes zû mirin.
Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê ragihand ku li welatên Yekîtiya Ewropayê, salas 2019'an ji ber qirêjiya hewayê 307 hezar kes zû mirin.
Li gorî lêkolînê, eger li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê kalîteya hewayê li gorî armancên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bûya wê nîvê mirovên jiyana xwe ji dest dan, karîbûna bihatina rizgarkirin.
Li gorî daneyên lêkolînê li Elmanyayê 53 hezar û 800 kes, li Îtalyayê 49 hezar û 900 kes, li Fransayê 29 hezar û 800 kes, li Spanyayê jî 23 hezar û 300 kes zû mirin. Li Polonyayê 39 hezar û 300 kes ji ber qirêjiya hewayê zû mirin.
Li Ewropayê herî zêde ji ber nexweşiyên dil, xwînrijandina ser mejî, nexweşiyên kezeb û pişikê mirov jiyana xwe ji dest didin.
Qirêjiya hewayê jî bandoreke giran li pişika mirovan dike, bêhnê dişikîne û astimê giran dike.
Sala 2018'an ji be qirêjiya hewayê 346 hezar kes zû miribûn.
Sala 2005'an ji ber heman sedemê 450 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.