Polîsê Elman di doza Rojava de winda kir
Dadgeha Îdarî ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf ên polîsên Elman ên beriya xwepêşandana ji bo piştgiriya Rojava dabû, li dijî qanûnê dît.
Dadgeha Îdarî ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf ên polîsên Elman ên beriya xwepêşandana ji bo piştgiriya Rojava dabû, li dijî qanûnê dît.
Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê, piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê ku 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kirin, beriya xwepêşandana navendî ya li Kolnê, bi daxuyaniyên provokatîf hewl dabû ku piştgiriya ji bo berxwedana Rojava krîmînalîze bike. Berpirsyarên polîsan tevî ku delîleke şênber li ber destê wan nebû jî îdîa kirin ku Kurd wê di xwepêşandanê de serî li tundiyê bidin. Ev îdîa piştî du salan çû ber destê dadgeriyê.
Li ser giliya saziyên Elman ên ku xwepêşandana sala 2019'an li dar xist, dozê dest pê kir û Midûrê Emniyetê yê Kolnê Uwe Jacob dihate darizandin.
Di dozê de ku 28'ê Cotmeha 2021'ê li Dadgeha Îdarî ya Kolnê dest pê kir, heyeta dadgehê diyar kir ku daxuyaniyên polîsan ên beriya xwepêşandanê li dijî qanûnane.
Dadgehê biryar da ku delîleke şênber û têrker a polîsan tune ye ku di xwepêşandanê de 'bûyerên tundiyê biqewime'.
DI PRATÎKÊ DE CEZA LI POLÎS NEHATE BIRÎN
Heyeta dadgehê diayr kir ku polîs beriya xwepêşandanê divê îdîayên xwe 'baş berhev bike'. Parêzerên ku parastina polîsan dikirin jî gotin, "Agahiya li ser qewimîna bûyerên tundiyê ji çavkaniyên îstîxbaratê hatin. Di çarçoveya Qanûna Parastina Sîxur de nabe ku bê eşkerekirin."
Lê belê parastin ji aliyê dadgehê ve têrker nehate dîtin.
Eger polîs ji bo rabûna li ber biryarê serî li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munsterê bide divê çavkaniya agahiya xwe ya beriya xwepêşandanê eşkere bike.
Eger biryar bi vî rengî bimîne wê têkildarî polîsên ku daxuyaniya provokatîf dane di pratîkê de ceza neyê birîn. Lê belê ev biryara dadgehê ji bo xwepêşandanên ji niha û pê ve wê bibe mîna hişyariyeke girîng a li rayedarên polîsan ên ku dixwazin xwepêşandanan krîmînalîze bikin.