KCDK-E Aydin Gunay bi bîr anî

KCDK-E siyasetmedar Aydin Gunay bi bîr anî û got: “Aydin Gunay bi vî dilê xwe yê paqij û kesayetiya xwe ya şoreşger wê di têkoşîna me de timî bijî.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî Aydin Gunay yê wefatkirî bi bîr anî û ragihand: “Aydin Gunay ku hem bi kesayetiya xwe ya rewşenbîr hem jî bi sekna xwe ya mîna navê xwe ronî di nava gelê me de hurmetek kûr bi dest xistibû, di 3’ê Mijdarê de çû ser dilovaniya xwe.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

‘BI TARÎTIYÊ RE ŞER KIR’

“Heval Aydin ku li qada Ewropa di dilê her mal û malbatê de cihê xwe girtî, bi sebir û moralê xwe ve nirxên têkoşînê hilgirtî, şoreşgerekî heqîqî yê gel bû.

Bi dirêjahiya 30 salan ji têkoşîna azadiyê re ked da, di vê oxirê de hem malbat û hem jî bi xwe gelek berdêl dan. Bêyî ku nexweşiya xwe ya dixwest mejiyê wî fetih bike ji xwe re bike asteng, her tim bi biryardarî têkoşîna xwe domand. Gazinc nekir, xwe guneh nekir û dilê xwe, bi xwe neşewitand.

Aydin Gunay şoreşgerek bû ku di 1’ê Kanûna 1962’an de li Wanê ji dayik bûye. Bi niştecihbûna malbata wî ya li Elmanyayê li rex bavê xwe dimîne. Di temenê ciwanî de xwe rewşenbîr dike, piştî ku zulma li Kurdistanê dibîne û fêm dike eleqe nîşanî têkoşîna azadiyê dide. Xweronîkirina bi ramanên Rêber Apo didomîne û biryar dide ku bibe kesekî yê têkoşîna azadiyê. Kurê wî yê herî mezin Mazlûm û xwîşkeke wî di têkoşîna azadiyê de şehîd dibe.

Ew şoreşgerê zehmetiyan bû. Ne şoreşgerekî wisa bû ku ya hêsaniyê bibijêre, ew şoreşgerekî wisa bû ku li hemberî zehmetiyê têdikoşiya.

Bi salan bû mêhvanê malên Kurdistaniyên li her devera Ewropayê û di dilên wan de bîranînên bedew bi cih hişt. Di her mala ku serdana wê kiribû de behsa têkoşîna azadiyê kir.

Aydin Gunay bi vî dilê xwe yê paqij û kesayetiya xwe ya şoreşger wê di têkoşîna me de timî bijî.

Em KCDK-E,  bi hurmet Aydin Gunay bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê Kurdistanê re dixwazin.”