Çalakiyên konvedanê yên li bajarên Elmanya didomin-NÛ BÛ
Kurdistaniyan li paytext Berlîn û bajarên Stûttgart û Munîh yên Elmanya bi çalakiyên konvedanê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.
Kurdistaniyan li paytext Berlîn û bajarên Stûttgart û Munîh yên Elmanya bi çalakiyên konvedanê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.
Çalakiyên li bajarên Ewropa yên ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk ku di êrişên dagirkirin, îmha û qirkirinê yên li ser Kurdistanê de sînoran nas nake bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer dike, her wiha ji bo ku saziyên navnetewî bixin tevgerê didomin.
Di nava hefteyê de li ser asta eyaletên Elmanyayê, Kurdistaniyan li ber parlementoyên eyaletan kon vedan, têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk xebatê agahdarkirinê pêkanîn û dosya pêşkêşî rayedaran kirin, di dawiya hefteyê de jî li hin welatan wê meşên protestoyî werin lidarxistin.
Çalakiya konvedanê ya li bajarê Stûttgart a Elmanyayê di roja xwe ya dûyemîn de didome û li Berlînê jî çalakiya konvedanê ya 3 rojî hat destpêkirin.
STÛTTGART
Çalakî li Meydana Kobanê hat lidarxistin, di çalakiyê de beşdaran cilên spî liber kirin û maskeyên gazê lêxistin.
Di çalakiyê de ku bala kesên hawîrdorê dikişand xebatê agahdarkirinê hat rêvebirin.
Di kona hatî vedan de jî ji bo ku saziyên navnetewî bixin tevgerê bi sedan îmze hatin komkirin.
Çalakî wê sibe jî li heman qadê bidome.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi çalakiya stantê çekên kîmyewî yên li ser xakên Kurdistanê û li hemberî gelê kurdistanê tê bikaranîn hat şermezarkirin.
Ji bo cihê çalakiyê ku wê 3 rojan bidome, çend cihên qerebalix ên Berlînê hatin hilbijartin.
Roja yekemîn li herêma ku weke dêra hilweşiyayî tê binavkirin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Danê hat lidarxistin. Li wir belavokên TJK-E û Civaka Azad yên têkildarê sûcên şer ên dewleta Tirk li ser Kurdistan û gelê Kurd birêve dibe û dewletên Ewropayê jî li vê temaşekir bûn hatin belavkirin.
Di daxuyaniyan de hate xwestin ku OPCW û saziyên din ên li hemberî çakên kîmyewî têdikoşin bikevin tevgerê û ev îdiayên cidî lêkolîn bikin.
Çalakî wê sibe li Brandenbûrger Tor’ê dewam bike.
MUNÎH
Li bajarê Munîh a Elmanyayê jî bi heman armancê çalakiya konvedanê ya 3 rojî hat lidarxistin.
Başdarên çalakiya 3 rojî ya ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Komuna Jinê ya Sara ve hatibû organîzekirin, ji bo balê bikişînin ser çekên kîmyewî bi awayekî sembolîk cilên spî liber kirin û maske lêxistin.
Çalakvanan li ber kona ku li Maxmonomentplatzê ya nêzî Parlementoya Bavyera’yê vedabûn di destê xwe de bi hilgirtina dovîzên li dijî çekên kîmeywî dewleta Tirk şermezar kirin.
Çalakî wê heya roja Pêncşemiyê bidome.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê jî çalakiya konvedanê ya 5 rojî ku li ber Parlementoya Eyaleta NRW’ê bi heman armancî destpêkiribû, roja 3’mîn a çalakiya xwe li navenda sûka Konîgsalleyê domand.
Di çalakiya konvedanê ya 5 rojî ya bi pêşengiya Federasyona Fed-Med û YJK-E’yê hatî destpêkirin de Hunermend Comerd û gelek siyasetmedar tevlê bûn û piştgirî dan çalakiyê.
Çalakgeran cilên spî liber kirin û pankart û dovîzên têkildarê êrişên bi çekên kîmyewî hilgirtin. Her wiha belavokên ku KON-MED’ê têkilarê êrişên kîmyewî amadekiribûn hat xwendin.
Li wir Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut têkildarê êrişên dagirkerî û kîmyewî yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê axaftinek kir û bal kişande ser bêdengiya welatên Ewropa û saziyên navnetewî ya li hemberî vê sûcê mirovatiyê.
Zumrut benga têkoşîna hevbeş li gelê Elmanya û gelên Ewropa kir, her wiha bang li hemû Kurdistanî û dostên wê kir ku tevlê meşa ku wê roja Şemiyê 13’ê Mijdarê li NRW Dusseldorfê pêk bê bibin.
Piştre Doktor Mûstafa Alî jî axaftinek pêşkêş kir û bang li dewletên Ewropa kir ku pêwîste li hemberî van çekên kîmyewî demildest têkevin tevgerê.
Di çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Comerd berhemên xwe pêşkêş kir.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Erdoganê kîmyewî”, “Erdoganê dîktator”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Wê sibe çalakî dîsa di navbera saetên 13:00- 17:00’an de li Konîgsalle-Bahnstrasse’yê bidome.