Çalakiya konvedanê ya li Berlînê di roja duyemîn de dewam kir
Çalakiya konvedanê ya bi armanca teşhîrkirina karanîna çekên kîmyewî li hemberî xakên Kurdistanê û gelê Kurd hatibû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de li Brandenbûrger Tor’ê hat vedan.
Çalakiya konvedanê ya bi armanca teşhîrkirina karanîna çekên kîmyewî li hemberî xakên Kurdistanê û gelê Kurd hatibû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de li Brandenbûrger Tor’ê hat vedan.
Çalakiya konvedanê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ser gelên Kurdistanê, li paytexta Elmany Berlînê dewam dike.
Roja duyemîn a çalakiyê endamên Meclîsa Nav-Berlînê li Brandenbûrger Tor hatin gel hev û stant danîn û belavok hatin belavkirin. Di belavokan de bal hatibû kişandin li ser vê yekê ku bi karanîna çekên kîmyewî li ser warên sivîlan li Başûrê Kurdistanê tê xwestin ku ev erdnîgarî ji mirovan were valakirin.