Çalakî di roja 4’an de ji aliyê YJK-E NRW’yê ve devr hat girtin
Di 4’mîn roja çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê Hevberdevka YJK-E Ayten Kaplan bang li hemû gelên li dijî şerin kir û ew vexwandin ku piştewaniya gelê Kurd bikin.
Di 4’mîn roja çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê Hevberdevka YJK-E Ayten Kaplan bang li hemû gelên li dijî şerin kir û ew vexwandin ku piştewaniya gelê Kurd bikin.
Çalakiya konvedanê ya li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê li ber Parlementoya Eyaleta NRW’yê li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî li ser qadên gerîla pêktîne hatibû destpêkirin, li navenda sûka Konîgsalle’yê dewam kir.
Meclîsên YJK-E NRW’ê çalakiya konvedanê di roja 4’an de devr girt.
Jinên Kurdistanî yên tevlê çalakiyê bibûn cilên spî liber kirin û pankart û dovîzên têkildarê êrişên kîmyewî hilgirtin.
Di çalakiyê de Hevberdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan axivî. Kaplan destnîşan kir ku êrişên qetilamê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd her ku diçe berfireh dibe û didome û got, “Dewleta Tirk êrişeke îmhayê ya topyekun armanc dike. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî girêdayî van êrişan tên kirin. Bêdengiya dewletên Ewropa nexasim hikumeta Elmanya ku wan hemû êrişan dibînin dewam dike. Divê rêxistinên mafê mirovan ên Ewropa li dijî êrişên kîmyewî demildest bikevin tevgerê. Ji bo vê jî pêwîste hikumeta Elmanya pêşengiyê bike. Bi qetilkirina Kurdan û bi krîmînalîzekirina yên li welatên Ewropa dijîn, wê ti tiştekî bidest nexînin, gelê Kurd li qadan bi berxwedayînê xwe nîşan dide. Ji ber vê gelên Kurdistanî bi domdarî û bê navber çalakiyan lidardixe.”
Kaplan hemû gelên ku li dijî şerin ji bo piştewaniya gelê Kurd bikin ew vexwandin û bi vê muasebetê banga tevlêbûna meşa ku wê roja Şemiyê 13’ê Mijdarê li NRW Dusseldorfê were lidarxistin li Kurdistanî û dostên wan kir.
Li ser navê saziyên Elewî jî Dîda Cenan jî axaftinek kir û got, “Gelê Elewî bi salan e ku bi destê dewleta Tirk tê qetilkirin. Ev qetliam tenê li ser mirovan nayê pêkanîn. Gundên em lê dijîn tên şewitandin. Bi şewitandina daristanan xweza tê qetilkirin. Mirov bi darê zorê ji cih û warê xwe tên derxistin. Tê xwestin ku bi çekên kîmyewî gelekê tune bikin. Dema ev yek te kirin hemû cîhan jî temaşe dike. Yên dibêjin ez mirov im divê ligel gelê Kurd têkoşîneke hevbeş birêve bibe. Werin em bi hevre li hemerî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk bisekinin.”
Piştî axaftinan hunermend Serhed Med stran pêşkêş kir.
Di tevahiya rojê nûnerên saziyan axaftin kirin û belavokên derbarê êrişên kîmyewî amadekirinî xwendin.
Çalakî wê roja 5’an dîsa di navbera saetên 13:00- 17:00’an de li Konîgsalle-Bahnstrasse’yê bidome. Wê çalakî roja Şemiyê saet 14:00’an bi meşa ku wê li Dusseldorf DGB li tevahiya NRW’ê bê lidarxistin bi dawî bibe.